Malbata Şenyaşar: Em ê di 17’ê Çileyê de li Meletiyê bin

Malbata Şenyaşar got, "Em ê di 17’ê Çileyê de bi hezaran parêzvanên mafên mirovan re li Meletiyê bin. Em ê nekevin nava reşbîniyê."

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Nodeta Edalatê ket roja xwe ya 675’an. Nobeta ku Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî tevlî bibe, kurê wê Ferît Şenyaşar berdewam kir.

Malbatê îro li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Heta ku zexta siyasî ji ser dozger û dadgeran ranebe, wê aramî neyê welat! TBB û hemû baro xwedî li daxwaza me ya edaletê derketin. Em ê di 17’ê çile de bi hezaran parêzvanên mafên mirovan re li Meletiyê bin. Em ê qet xwe bêhêvî nekin, çi dibe bila bibe em ê dawiya dawî bigihîjin edaletê.”