Malbata Şenyaşar: Em bi ‘dozgerê alîgir’ re rûnanên

Malbata Şenyaşar 9 roj in li ber Dadgeha Rihayê çalakiya rûniştinê dike. Malbat bi waliyê Rihayê Abdullah Erîn re rûnişt. Malbatê diyar kir ku ew ê bi dozger re rûnenên.

Emîne Şenyaşar a ku hevjînê wê Hecî Esved Şenyaşar û kurên wên Adil û Celal Şenyaşar ji aliyê parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatibûn kuştin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû neh roj in ji bo edaletê çalakiya rûniştinê dikin.

Di roja nehan a çalakiyê de li ser daxwaza hevdîtinê ya Midûrê Şaxa Ewlehiyê çûn Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Malbatê di hevdîtinê de daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin.

Malbat piştre bi waliyê Rihayê Abdullah Erîn re rûnişt. Ferît Şenyaşar diyar kir ku serdozger xwestiye bi malbatê re rûne lê wan ev daxwaz qebûl nekirine.

Şenyaşar got ku, “Li gorî me serdozger di bin zexta siyasî de ye. Di lêpirsîna nexweşxaneyê de fikara me heye ku îddîanameyeke alîgir hebe. Ji ber vê jî tu fêdeya vê hevdîtinê wê tunebe.”

Endamên Meclîsa Şaredariyê ya HDP’ê jî di nav de heyetek ji bo piştgiriyê çûn serdana malbatê ya li ber dadgehê.