Malbata Şenyaşar: Dozger kujeran diparêze

Malbata Şenyaşar ku ji bo edaletê 28 roj in li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobedê dike, nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku dozger hevkariyê bi kujeran re dike.

Di 14'ê Hezîrana 2018'an de parêzvan û xizmên wekîlê AKP'î Halîl Yildiz êriş biribûn ser malbata Şenyaşar û hevserê Emîne Şenyaşar û 2 kurên wê qetil kiribûn.

Di vê êrişa hovane de Fadil Şenyaşar jî bi giranî birîndar bûbû, ku dadgeriya Tirk 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê birî ye.

Emîne Şenyaşar li ber vê bêedaletî û şirîkatiya sûc rabû û tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar 28 roj in li ber Edliyeya Rihayê 'nobeda edaletê' digirin.

Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyê destpêkê çû nexweşxaneyê, piştre ji nû ve vegeriya ber edliyeyê.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê twîtterê nerazîbûn nîşanî hevkariya dadgeriyê ya bi kujeran re da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Têkoşîna me ya edaletê îro bi derengî dest pê kir. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê me dayika min birin nexweşxaneyê. Doktor pêşniyar kir ku li malê isrehetê bike. Di nava vê zilmê de em nikarin li malê rûnên. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî li malbata me hate kirin. Dozger jî kujeran diparêzin û dibin hevparê sûc."