Malbata Şenyaşar: Dê Riha nebe keleha zaliman

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 750’an de berdewam dike. Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Dê Riha nebe keleha zaliman."

Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrîşê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 750’an de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar ji ber lêpirsîneke derheqê wê de hatiye vekirin, çû îfade da lewma malbatê dereng dest bi nobeta xwe kir.

Bi hinceta axaftinên ku tê îdiakirin Emîne Şenyaşar demekî kin piştî komkujiyê di şînê de bi siyasetmedaran re kiribû, malbata Yildiz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” giliyê Emîne Şenyaşar kir. Dozgeriyê serlêdana sûc nirxand û ji bo tawanbariya “endamtiya rêxistinê” biryara neşopandinê da lê bi îdiaya “gef li malbata Yildiz xwariye” lêpirsîn da destpêkirin. Emîne Şenyaşar, di çarçoveya lêpirsîna di sala 2018’an de hatiye vekirin, li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê îfade da. Şenyaşar, îdia red kirin û got ku tu gef li tu kesî nexwarine.

Malbata Şenyaşar, piştî karûbarên îfadegirtinê jî Nobeta Edaletê domand. Malbatê, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide zîhniyeta ku xwe mezin dibîne û edalet binpê kiriye. Dê Riha nebe keleha zaliman.”