Malbata Şenyaşar 545 roj in daxwaza edaletê dike

Malbata Şenyaşar a çalakiya Nobeta Edaletê ya ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin didomîne, careke din daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji bo 3 ferdên malbata wan ku di êrîşa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatibûn qetilkirin, dewam dike. Malbat ji bo edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobetê digire.

Ji ber ku edliye di dawiya hefteyê de girtiye, malbatê di roja 545’an a Nobeta Edaletê de li Pirsûsê çalakiya xwe dewam kir.

Malbatê wekî rojên din ên çalakiyê, li ser hesabê xweya medyaya dîjîtalê peyamek nû parve kir.

Di peyamê de bang li Wezareta Dadê, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Walitiya Rihayê hate kirin û hate gotin, "Havîneke din jî bidawî bû, em naxwazin zivistanê li ber deriyê edliyeyê derbas bikin. Daxwaza me bi temamî qanûnî ye. Dayik wê ji çavên xwe û çokên xwe emeliyat bibe. Heta ku edalet neyê, qebûl nake ku tedawî bibe. Em tenê û tenê edaletê dixwazin."