Malbata Şenyaşar 444 roj in ji bo edaletê li ber xwe dide

Malbata Şenyaşar ku 444 roj in ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin li ber xwe dide, careke din bang li dozgerên dewletê kir ku li heq û edaletê vegere.

Emîne Şenyaşar, ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûs a Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe dewam dike.

Malbata Şenyaşar ku ji 9'ê Adara 2021'ê û vir ve 444 roj in di Nobeda Edaletê de ye, careke din ji mala xwe ya li Pirsûsê berê xwe da ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobedê kir.

Li ser hesabê twitterê yê malbata Şenyaşar ev peyam hate dayin:

"Li pêşiya Edliyeya Rihayê neheqiyeke mezin heye. Her kes vê dibîne, her kes pê zane. Em dozgerên dewletê vedixwînin maf û edaletê. Em mafê xwe dixwazin."