Malbat ji bo Gumuş û Înan hatin cem hev

Xizmên Windayên ên li Amed û Êlihê, ji bo Bedriye Gumuş û Taybet Înan hatin cem hev, ku Gumuş û Înan bi destê dewleta Tirk hatibûn qetilkirin.

Xizmên windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi daxwaza dîtina kesên hatine windakirin û darizandina kujerên wan, di hefteya 682’yemîn de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Koşuyoluyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” hatibû vekirin û çalakvana wêneyên kesên hatine windakirin û bi cînayetên kiryarnediyar hatine qetilkirin, hilgirtin. 
 
Nûnerên Platforma Jinan a Dîcle Amedê û hinek saziyên civaka sivîl jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Bedriye Gumuş hat vegotin. 
 
Di çalakiyê de Alîkara Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr axivî û diyar kir ku dê tu carî dev ji pirsîna aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin, lêgerîna edaletê û heqîqetê bernedin. Demîr, bi domdarî wiha got: “Daxwaza me jinan, jiyaneke wekhev û azad e. Em ji bo vê têdikoşîn. Ez, berxwedana Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê silav dikim.”

Bi domdarî Demîr navê jinên ji salên 90’î heta niha li Cizîr, Dêrsim, Mêrdîn, Enqere û Amedê hatine windakirin xwend û ev pirs kir: “Çi bi wan jinan bû?” Demîr, anî ziman ku divê dewlet bi rastiya xwe re rû bi rû bibe û dev ji polîtîkaya necezakirinê berde. 
 
Piştre jî Endama Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê Derya Yildirim serpêhatiya Bedriye Gumuş vegot. Yildirim, da zanîn ku di dema qewimîna bûyerê de leşkeran gelek caran bi ser gundan de digirt û wiha domand: “Gef li xelkê herêmê dixwarin. Şêniyên gund di 17’ê sibata 92’yan de xwestin zext û gefên dewletê bi meşekê protesto bikin. Bi vê mebestê, ji gundê Kuşkayayê ber bi Yardereyê ve dest bi meşê kirin. Demekî piştre leşkeran rê li ber girt. Lê dema şêniyan xwestî meşa xwe bidomînin, leşkeran gule li ser reşandin. Di gulebaranê de Abdulselam Acet, Seyfettîn Kopçak, Alî Olmez, Abdulselam Ozbey û A. Hakim Gollan hatin kuştin. Bedriye Gumuş jî di bûyerê de birîndar bû û bi wesayîteke leşkerî birin nexweşxaneyeke Mêrdînê. Leşkeran zext li malbatê kir ku bibêjin ‘bûyer ji hêla endamên rêxistinê ve hatiye kirin.’ Gelek gule li Gumuş ketibûn û li nexweşxaneyê mir. Piştre jî malbatê serî li ÎHD’ê da. Xizmên wê dan zanîn ku di dema bûyerê de serdarê bi navê Ramazan û serpel Mehmet Goçmen li wir bûn. Lê tevî hemû bangewaziyên me jî heta niha tu lêpirsîn nehatine vekirin.” 
 
Bi heman mebestê, li Êlihê jî xizmên windakiriyan û endamên ÎHD’ê di hefteya 519’emîn de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cehdeya Gulistanê çalakî kirin. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” hatibû vekirin û çalakiyan wêneyên windakiriyan hilgirtibûn. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes amade bûn. 
 
Eren Keskîn di çalakiyê de axivî û got ku ji bo pirsîna aqûbeta windakiriyan li qadan in. Keskîn, diyar kir ku heta xwe digihînin encamekê dê çalakiya xwe bidomînin û bal kişand ser polîtîkaya necezakirinê ya dewletê. Piştre jî Hevseroka Şaxa ÎHD’a Êlihê Rûmeysa Denîz Kaya serpêhatiya Taybet Înan vegot ku 14’ê kanûna sala 2015’an de li Silopiyaya Şirnexê di roja 5’emîn a qedexeya derketina kolanan de li pêşiya mala xwe hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanan ma bû. Piştî axaftinan, beşdaran çalakiya rûniştinê kirin û çalakî bi dawî bû.