MAK'ê li Amedê li polîsan xist, fotoxefik îmha kir

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li navçeya Baglar a Amedê bi teqemeniyan li polîsên Tir xistine û li qada Apê Mûsa jî fotoxefikên dagirkeran îmha kirine.

ÇALAKIYÊN MAK'Ê

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) daxuyaniyek weşandin û têkildarî çalakiyên 20 û 23'ê Hezîranê agahî dan.

Li gorî daxuyaniyê, 20'ê Hezîranê li taxa Dortyol a navçeya Baglar a Amedê, bi teqemeniyan li hêzên Tirk ên dagirker hate xistin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tîmeke midûriyeta şaxê TEM'ê dema ku bi wesayita zirxî li dewriyeyê digeriya, milîsên me li wesayita zirxî ya bi tîpa Akrep xistin. Bi teqemeniyên bi destan çêkirî li wesayita zirxî hate xistin. Dagirker li cihê bûyerê ketin nava tirs û panîkeke mezin û milîsên me jî bi rengekî ewle piştî çalakiyê xwe ji qadê vekişandin.

23'ê Hezîranê li qada Apê Mûsa ya navçeya Licê ya Amedê bi teknîkeke taybet li artêşa Tirk a dagirkeran hate xistin. Fotoxefikên ku li hemberî gerîlayên azadiyê li qadê hatin bicihkirin ji aliyê milîsên me ve hatin tespîtkirin. Di çalakiyê de ku fotoxefik û cîhazên qeydkirinê hatin îmhakirin. Bila artêşa dagirker zanibe, em ê hemû teknîka we ya li çiyayên Kurdistanê îmha bikin û bi berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê re bin."