Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Mahmûd Osman: PYD-YPG nebe encam jî nîne

Osman: Mafê herî xwezayî yê YPG û PYD'ê ye, ku biryarên civîna Astanayê bi cih nînin, ji ber ku tevlî civînê nehatine kirin.

Siyasetmedarê bi tecrûbe yê Başûrê Kurdistanê Mahmûd Osman ji ANF'e re axivî û diyar kir, dewleta Tirk nehiştiye hêzên şoreşa Rojava tevlî civîna li Astanayê bibin. Osman destnîşan kir, eger civînek bêyî PYD û YPG'ê bê lidarxistin, nepêkane encam jê derkeve.

Osman got, "Li Rojava, Bakur, Başûr, ya jî li Rojhilat, dewleta Tirk li dijî destketiyên Kurdan ên li her cihî ye" û anî ziman, ne ya qebûlkirinê ye ku hêzên navneteweyî serê xwe li ber van zext û ferzên dewleta Tirk ditewînin.

'KURD NEBIN ENCAM JÎ NABE'

Mahmûd Osman da xuyakirin, YPG, PYD û QSD'ê di encama têkoşîneke giran de herêmên girîng ên Rojava û Sûriyeyê rizgar kirine û got, "Eger tê xwestin, pirsgirêkên li Sûriyeyê bi rastî bên çareserkirin, hingî mecbûrî ye ku ev hêz tevlî civînên bi vî rengî yên navneteweyî bên kirin."

Osman da zanîn, Tirkiye li pêşiya tevlîbûna PYD, YPG û QSD'ê li civînên bi vî rengî asteng e û wiha dewam kir: "Rûsyayê jî ev rewş qebûl kiriye. Lê belê bi dîtina min, di rewşeke bi vî rengî de encameke serketî ji vê civînê dernakeve. Mafê wan e ku encamên civîneke ew nehatine tevlîkirin, bi cih nînin. Ya rast ew e, ev hêz tevlî hevdîtinên bi vî rengî were kirin. Divê Tirkiye jî vê pirsgirêkê kûr neke."

'DEWLETA TIRK LI HER CIHÎ DIJBERIYÊ LI KURDAN DIKE'

Osman anî ziman, dewleta Tirk siyaseta xwe li ser dijberiya Kurdan daye rûniştandin û got, "Li Rojava jî be, li Bakur, Başûr an jî Rojhilatê Kurdistanê be, Kurd Kurd e û li ku derê dibe bila bibe, dewleta Tirk xwe li destketiyên Kurdan ranagire. Li dijî vê yekê siyaseteke neteweperest-nîjadperest dimeşîne. Lê belê divê dewletên din û cîhan li gorî vê tevnegerin. Mixabin ew jî van ferzên dewleta Tirk qebûl dikin."

Osman nerazîbûn nîşan da, ku PYD û QSD tevlî vê civînê nehatiye kirin, lê belê endamên ENKS'ê li ser daxwaz û ferzên dewleta Tirk tevlî civînê hatiye kirin. Osman destnîşan kir, ku bi tevlîkirina vê hêzê re nepêkan e encam bê girtin.

Osman wiha dewam kir: "Ya girîng ew e, PYD û YPG tevlî van civînan bibin. Yan jî Kurdên li Rojava di nava yekîtiyê de tevbigerin. Lê belê ENKS tevlî vê civînê bibe jî, eger PYD û YPG tevlî neyê kirin, ev ê rê li ber pirsgirêkên cidî veke.

Ji ber ku mafê herî xwezayî yê YPG û PYD'ê de ku biryarên vê civînê bi cih nînin, ji ber ku tevlî nehatine kirin. Bi rengekî xwezayî wê bêjin; hûn me tevlî nakin, ti pêwendiya me bi biryarên we nîne û em ê bi cih nînin."