Lîderê Tevgera Goran Mûstafa jiyana xwe ji dest da

Lîderê Tevgera Goran a li Başûrê Kurdistanê Newşîrwan Mûstafa jiyana xwe ji dest da.

Hê nayê zanîn bê Mûstafa ji ber çi jiyana xwe ji dest daye.

Newşîrwan Mûstafa, ji sala 2009'an û vir ve lîderê Tevgera Goran bû.

Mûstafa ku yek ji damezrînerên YNK'ê bû, heta sala 2006'an endamê polîtburo ya YNK'ê bû.

Piştre ji YNK'ê qut bû û Tevgera Goran ava kir. Tevgera Goran ji bo siyaseta Başûrê Kurdistanê rewşek nû bi xwe re anî.

Tevgera Goran tevlî hilbijartinên sala 2009'an bû û bi serketineke mezin di Parlamenta Herêma Kurdistanê de 24 kursî bi dest xist.