Li zindana Ûrmiyeyê zext û zordariya li dijî girtiyên jin zêde bûn

Li Girtîgeha Ûrmiyeyê zext û zordariya li dijî girtiyên jin zêde bûn. Girtiyên jin ragihandin ku wê ji nû ve dest bi çalakiyan bikin.

Girtiyên jin ên li girtîgeha Ûrmiye ya Îranê, piştî greva birçîbûnê ya di meha Cotmehê de dan destpêkirin, ji hêzên dewleta Îranê soz wergirtin ku wê polîtîkayên zordariyê bi dawî bibin. Lê belê hêzên dewletê ev soza xwe bi cih neanî û hîn 10 roj di ser vê sozê re derbas nebûn ji nû ve dest bi êşkenceyê kirin.

Girtiyên jin ragihandin ku eger dewleta Îranê dest ji van polîtîkayan bernede wê jinûve dest bi çalakiyan bikin.

DAXWAZÊN GIRTIYAN HATIBÛN QEBÛLKIRIN

Jinên li zindana Ûrmiyeyê têne girtin, Cotmeha debasbûyî li dijî zexta rêveberiya girtîgehê ku ferz dikir ku girtî bi zorê tevlî kûrsan bibin, qebûl nekirin. Li ser vê yekê axaftina bi telefonê li girtiyan hate qedexekirin û derketina hewşê tenê ji bo saetekê hate kêmkirin.

Jinan ev zext şermezar kirin û destpêkê betaniye şewitandin û serî hildan. Rêveberiya girtîgehê girtiyên serî hildan xistin hucreyan û gefa êşkence û mirinê li wan xwarin. Piştî nûçeyên ku di ANF'ê de hatin weşandin, rêveberiya girtîgehê bi girtiyên siyasî re hevdîtin kir û diyar kirin ku eger berxwedana xwe bi dawî bikin wê şertên girtiyan hemûyan qebûl bikin. Li ser vê yekê girtiyên siyasî 22'ê Cotmeha 2021'ê ragihandin ku ew serhildanê bi dawî dikin.

HÎN MEHEK DI SER RE DERBAS NEBÛN JI NÛ VE DEST PÊ KIRIN

Piştî ku serhildan bi dawî bû, hêzên dewleta Îranê di nava 10 rojên dawî de ji nû ve dest bi zext û zordariyê kirin û zext, êşkence û kiryarên xerab li girtiyên jin kirin. Dema derketina hewşê bi temamî qedexe kirin. Piraniya girtiyên jin xistin koxûşekê. Hejmara girtiyan a li her koxûşekê ku 20 kes bû, hefteya dawî kirin 40 kes.

GIRTIYÊN JIN: EM Ê JI NÛ VE DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN

Girtiyên jin ragihandin ku di dema şewbê de ew bi zanebûn bi rengekî komî li gel hev têne hiştin û eger pêkanîn dewam bike wê ji nû ve dest bi greva birçîbûnê û çalakiyan bikin.