Li Zapê êrîşa hewayî, li Barzanê çalakiya sûîqestê

Operasyonên artêşa Tirk ên li herêmên Zap û Barzanê dewam dikin. Li van herdu herêman ku di rojên dawî de bi dehan leşker hatin kuştin, şer û êrîşên hewayî didomin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê şer dişopînin ragihandin, hêzên gerîla li hemberî hêza operasyonê ya li herêm Barzanê çalakiyeke sûîqestê kir. Di vê çalakiyê de ku li girê Koordîne pêk hat, leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa Tirk li derdorê reşand.

Balafirên şer ên Tirk jî di heman demê de bombe li herêma Avaşînê barandin.

LI ZAPÊ ÊRÎŞA HEWAYÎ

Wekî din, artêşa Tirk îro saaet di navbera 06:00-08:30 de bombe li herêma Şehîd Rustem a Zapê barand.

OPERASYONA LI XEREGOLÊ DEWAM DIKE

Operasyona artêşa Tirk a Xeregolê ku li hemberî Zapê dike, didome. Li vê herêmê, ku di nava çend rojên derbasbûyî de bi dehan leşker hatin kuştin, car carna şer diqewime û êrîşên hewayî tên kirin.