Li Zapê çalakiyên gerîlayan didome

Li qada Xeregolê ya Zapê çalakiyên gerîlayan ên li dijî artêşa Tirk didome.

Li gorî agahiyên ku nûçegîhanên ANF’ê yên li herêmê radigihînin duh saet di 11.30’an de gerîlayan li qada Xeregolê ya Zapê li girê bi navê 82 li dijî leşkerên Tirk çalakiyên sûîkastê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Di heman rojê de saet di 15.00’an de gerîlayên li qada Mergeşînê ya Xeregolê li dijî leşkerên Tirk çalakî li dar xistin. Hat ragihandin ku li vê derê leşkerek hatiye kuştin û leşkerên din jî ji mecbûrî reviyane.

Hat diyarkirin ku îro saet di 08.30’an de li Girê Xeregolê leşkerek bi çalakiya sûîkastê hatiye kuştin.
Di heman demê de artêşa Tirk bi SÎHA’yan qada Xeregolê bomberdûman dike.

Ji xeynî vê jî di 18’ê Cotmehê saet di 12.00’an de gerîlayan bi hawanan li Girê Mergeşîn ê Zapê xistin. Hat ragihandin ku li vê derê konteynir û kozikên artêşa Tirk derbe xwarine û têkildarî leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.