Li Zapê av dan pola – II

Di hefteya duyemîn a êrişa dagirker de ya ku di 14’ê Gulana 1997’an de hatibû destpêkirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû ‘Tirkiye ketiye nav rîsk û rewşeke xerab. Em vê êrişa dagirkeriyê wekî ku mirov avê dide pola dinirxînin.”

Li dijî gerîlayên ARGK’ê di 14’ê Gulana 1997’an de bi deh hezaran leşkerên Tirk li hemberî axa Başûrê Kurdisatnê sefereke dagirkeriyê ya bi navê ‘Tevgera Çekîçê’ da destpêkirin. Piştî demeke kurt ji bo her du aliyan jî bû rojên wekî agir. Di vê sefera dagirkeriyê de PDK’ê hewl dida ji pişt ve dora gerîlayan bigire, şer ne bi tenê li hemberî sînor, ne bi tenê li ser xeta Heftanîn, Zap, Garê û Xakurkê di heman demê de di hundir de jî ji Cûdiyê dest pê kir heta Silopî, Qileban, Çelê û Şemzînanê jî li ser herêmên sînor bi rojan domiya.

PDK alîkariyeke mezin da û artêşa Tirk di roja sêyemîn a biryargeha xwe ya duyemîn a li Başûrê Kurdistanê li Duhokê ava kir, gelek leşker û hêzên PDK’ê şandin herêma şer. Ligel ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan talîmat dida û digot “Taktîkên şer ên li gorî eraziyê pêk bînin’ jî gerîla vedikişiya, li hemberî leşkerên Tirk taktîkên gerîla yên klasîk ên wekî ‘Lê bide û bireve’ pêk anî. Ber bi hefteya pêşîn a sefera dagirkeriyê ji ber vê rewşê herêmên gerîla yên ku di Zap di navenda wê de bû, ketin destê artêşa Tirk.

‘BI MANGAYEKÊ ME DIKARIBÛ BI MEHAN LI WÎ GIRÎ LI BER XWE BIDA’

Ji ber ku gerîla taktîka xwe guherand û leşkerên Tirk ketine Zapê, ev rewş di manşetên medyaya Tirk de jî cih girt. Rojnameyên wekî Mîlliyet û Hurriyet piştî 20’ê Gulana 1997’an bi manşetên ‘Kampên PKK’ê hatin rûxandin’, ‘Derbeke giran li PKK’ê hate xistin’û ‘Alaya Tirk li Zapê hate çikandin’ derketin. Leşker, siyaset û çapemeniya dewleta Tirk propagandaya ‘Mehmetçîk li vir e, PKK li ku ye’dikirin. Di 27’ê Gulanê êvarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya telefonê tevlî MED Tvyê bû û qala wî girê ku alaya Tirk hatiye çikandin kir û got “Ji ber hewcedariya taktîkên gerîla me xwest em artêşê bikişînin hundir û em gihiştin vê armanca xwe. Li ser wan giran bi mangayekê me dikaribû em bi mehan li ber xwe bidin lê ji ber vekişandinê me dev ji wê berxwedanê berda. Ev taktîk aliyên wê yên rast û şaş hene. Me xwe bi giştî ji Zapê venekişandiye. Bi tenê li wan cihên ku wan nîşan dane, em vekişiyane. Lê dora wê derê ji aliyê gerîlayan ve hatiye girtin. Di demeke nêzik de li wî cihê ku ew ala çikandine, em ê nîşanî wan bidin ku em ê çi bînin serê wan. Bila meraqan nekin, em ê di demeke nêzik de nîşanî wan bidin ku PKK li ku ye.

Baregehên sabît ên gerîlayan tune. Em li gorî prensîba ‘Em li her derê ne lê di heman demê de ne li tu derê ne’ tevdigerin. Me şerê eniyê yan jî parastina qadê neda ber xwe. Çiya yan jî cihekî ku em gelekî lê xurt in, di warê leşkerî de bêyî fikar em dikarin vekişin û hewce bike em ê dîsa vegerin. Ev qaîdeyeke klasîk a gerîlayan e. Li vir jî rewşeke wisa heye. Tişta ku divê li vir were rexnekirin ev ku derfetên me yên berxwedan û êrişê li gorî kapasîteya me ne ji sedî yek e jî.

Dewleta Tirk dibêje ‘1850 gerilayan jiyana xwe ji dest dane’ lê ev tişt ne rast e. Di nava du hefteyan de hejmara gerîlayên me yên şehîd 30 jî derbas nekiriye. Em vê jî ji bo xwe zêde dibînin. Em diyar bikin ku ev qonaxa yekemîn bû. Du hefte qediyan. Windahiyên mezin ên hêzên me tune. Em dikarin bibêjin ku me di warê çawanî û çendaniyê de operasyona herî berfireh a dîroka Komarê de da sekinandin. Dewleta Tirk ketiye nav rîsk û rewşeke xerab. Ji çemê Dîcleyê heta çiyayên Zagrosê qadên gerîlayan hene. Em vê dagirkeriyê wekî ku mirov avê dide pola dibînin. Yan jî wekî derman dibînin.Dema ku şer tunebû, sistbûn çêdibû. Bi vê dagirkeriyê re çawa ku mirov avê dide pola, pola hişk dibe, em jî ji rewşên rizandinê yên derdora nerm jî rizgar dibin.”

LI ZAPÊ POLA HIŞK KIRIN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di axaftina xwe de bal biribû ser ser romana Nîkolay Ostrovskî ya ku di sala 1937’an de hatibû weşandin. Di romana bi navê ‘Û av dan polayê’ de qala serboriyên ciwanekî yê di nav şoreşê de dihat kirin. Ji bo ku pola hişk bikin dema ku pola gelekî germ e, ji nişka ve dixin nav avê. Abdullah Ocalan diyar dikir ku vê sefera dagirkeriyê helwest û berxwedana gerîla zexm dike û ji bo taktîkên şerê nû jî hin nîşan dida “Gava piştî vêya çalakiyên klasîk ên gerîlayan e. Em ê li vir taktîkên kûrtir bidin pêkanîn. Em ê yekîneyên xwe biçûktir bikin, hejmara wan zêde bikin û wan li kûrahiya eraziyê bi cih bikin. Bi geşbûna tevgerên bi şev re, wê ji bo me pêvajoyeke baş dest pê bike. A niha gihiştiye wê astê. Wê demê ew ê artêşa Tirk vê pirsê ji xwe bike, gelo têketin zehmet e yan jî derketin?”

Rêberê Gelê Kurd di axaftina xwe ya 1’ê Hezîrana 1997’and e gotibû ku amadekariyên seferên dagirkeriyê du sal in tê kirin û ev tişt bi tifaqa PDK’ê hatiye amadekirin. Abdullah Ocalan diyar kir şerê bi PDK’ê re ne ‘Şerê birakujiyê ye’ û kesên wisa dibîne jî rexne dikir. Ocalan diyar dikir 80 hezar leşkerên ku tevlî sefera dagirkeriyê bûne ne bi tenê PKK’ê dixwazin hemû Kurdistanê ji holê rakin û ragihandibû ku gerîla dest bi pêngava xwe ya duyemîn kiriye û wê di rojên pêş de şer mezin bikin.

DI 4’Ê HEZÎRANA 1997’AN DE LI ZAPÊ ASÊ MAN

Di hefteya duyemîn a tevgera dagirkeriyê de li geliyên kûr ên Zap, Heftanîn û Metînayê şer didomiya û li hemberî pêngava nû ya gerîlayan ku Rêberê Gelê Kurd ew ragihandibû, artêşa Tirk mat ma. Yekîneyên artêşa Tirk ên ku dixwestin wekî ‘çekîç’ derbên giran û tund li gerîlayan bixin, geliyên Kurdistanê ji bo artêşa Tirk bûbû ‘geliyên mirinê’

Bi 1’ê Hezîranê de hêzên gerîla bi yekîneyên biçûk kemîn li ber leşker, cerdevan û PDK’iyan datanîn û darbeya mezin a çekîçê ango berxwedana wekî polayê ku hatibû avdan di 4’ê Hezîranê de di destê sibehê de pêk hat. Di deste sibehê de gerîlayan helîkoptera AS-532 a fermandarên artêşa Tirk li Zapê xistin.

Di vê helîkopterê de ketibû yarbayek, 2 fermandarên hezar leşkeran û fermandarekî sed leşkeran jî tê de 11 fermandarên astên bilind ên artêşa Tirk hebûn. Ketine helîkopterê rejîma Enqereyê mat hişt. Artêşa Giştî ya Tirk ji bo ketina helîkopterê got ‘Arizeyeke teknîkî’ û sibetira rojê rojnameya Ozgur Polîtîka bi manşeta ‘Li Zapê asê man’ derket û diyar kir ku gerîlayan helîkopter xistine.

Vê derbeya ku artêşa Tirk xwaribû hingî giran bû nedikarîn veşêrin. Di 20 rojan de gerîlayan çar helîkopter xistibûn. Di 6’ê Hezîrana 1997’an de Sekreterê Giştî yê Artêşa Tirk Erol Ozkasnak li xwe mikur hatibû ku du helîkopter bi fuzeyên SA-7B ketine û yên din jî ji ber qezayê ketine. Ozkasnak diyar kiribû ku rezervên pereyî yên artêşê qediyane û ji bo teknolojiya parastin helîkopteran wan ji hikumetê pere xwestine lê hikumetê tişta ku wan xwestiye nedane.

LI ZAPÊ ASÊ MAN, XISTIN STÛYÊ ERBAKAN

Rayedarê artêşa Tirk diyar kir heke hikumet pereyan nede artêşê wê operasyon bi dawî bibe û ragihand ku wê piştî demeke kurt vekişin û sedema têkçûnê xistin stûyê hikumeta Erbakan. Fuzeyên gerîlayan li Enqereyê bandora xwe nîşan dabû û têkçûna wan a li Zapê kîmyaya Enqereyê xera bû. Fuzeyan tevî helîkopterên li ser Zapê propagandaya şer a artêşa Tirk jî rûxandibû.

Nûçe û şîroveyên di ajansên nûçeyan ên navneteweyî de dihate gotin gerîlayên PKK’ê bi fuzeyên modern du helîkopterên şer xistine û ev rewş wê hevsenga hêzan a li Kurdistanê jî bi rêjeyeke mezin biguherîne. Ev şîroveyên pisporên ku şerê li Kurdistanê dişopandin di cih de bû, ji ber ku piştî xistina helîkoptera dawîn êdî ji hewayî ve êriş nedihatin kirin. Bi sekinandina rabûna helîkopteran ve taqviye û alîkariya ji bo yekîneyên leşkerî sekinî, artêşa Tirk êdî li Zapê asê mabû, ne dikaribû bi pêş ve diçe û ne jî dikaribû vekişe.

Di 8’ê Hezîrana 1997’an de Fermandariya Biryargeha Sereke ya ARGK’ê diyar kir gerîla derbên giran li artêşa Tirk xistiye û artêşa Tirk ji beşeke girîng a Kurdistanê hatiye derxistin. Di heman rojê de Serokwezîrê Tirk Necmettîn Erbakan mikur hat ku artêş bi ser neketiye. Erbakan di Dîwana Serokatiyê ya partiya xwe de axivî û li hemberî gotinên Artêşa Giştî ‘Pere nedan me’ Erbakan gotibû. ‘Ji bo veşartina têkçûna xwe êrişî me dikin.’ Eniya Partiya Refahê li ser hev daxuyaniyên ‘Herî kêm 100 trîlyon pere ji wan re hatiye şandin’ û ‘Çi eleqeya dayîna pereyan û helîkopterê heye’ hatin dayîn.

ERBAKAN Ê KU DI 28’Ê SIBATÊ DE NEKETIBÛ BI ZAPÊ RE KET

Li Enqereyê ji ber têkçûna Zapê artêşa û hikumet ketibû ber hev, leşkeran li ber çapemeniyê li hemberî Erbakan brîfîng didan. Di heman rojê de pêngava dorpêçkirina leşkerên di nav geliyên kûr ên Kurdistanê de jî didomiya. Artêşa Tirk piştî 15’ê Hezîranê hêdî hêdî hêzên xwe vekişand û têkçûna Zapê bi xwe re hikumeta 54’emîn jî bi dawî kir. Erbakan Serokwezîrê hikumeta Refahyolê bû Çîller jî Alîkara Serokwezîr bû.  Di 18’ê Hezîrana 1997’an de li hemberî zextên artêşê Erbakan îstîfaya xwe pêşkêşî Serokkomarê Tirk Suleyman Demîrel kir.

Derbeya 28’ê Sibatê ya ku di dîroka siyasetî ya Tirk de heye û di 28’ê Sibata 1997’an de hatibû kirin. Di 28’ê Sibatê de piştî biryarên Desteya Ewlekariya Millî ya bi rojeva ‘îrtîca û tevdîrên li hemberî vî tiştî’ kom bûbû, aloziya di navbera hikumet û leşkeran de qediyabû û koma Erbakan û Çîller êdî wê li gorî artêşê tevbigeriyana. Di Gulana 1997’an de Erbakan ji bo vê rewşê gotibû ‘Me li hev kir’ û wî jî piştgirî da sefera herî berfireh a Komara Tirk ku artêşa Tirk dabû ber xwe. Lê têkçûna wan a li Zapê hesabên wan ên siyasî rûxand û bû sedem ku Refahyol biqede.