Li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Hêzên me li herêma Zapê di çalakiyan de 3 dagirker ceza kirin. Artêşa Tirk a dagirker carekê bi çekên kîmyewî bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand. Li pêşiya çeperên berxwedanê malzemeyên plastîk û lastîkên wesayitan şewitand û dûyê bi jehr ber bi çeperan ve şand. Di heman demê de bi dehan caran bi obus û çekên giran bombardûman kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

9'ê Çileyê saet di 09:20 û 09:40'î de li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

9'ê Çileyê saet di 11:00 de li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê tîmên me yên bi tevger carekê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê da dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

9'ê Çileyê saet di 16:30'î de çeperên bexwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Di heman demê de li pêşiya çeperên berxwedanê malzemeyên plastîk û lastîkên wesayitan şewitand û dûyê bi jehr ber bi çeperan ve şand.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

9'ê Çileyê Girê FM'ê û çeperên de çeperên yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin."