Li Zap û Metînayê çalakiyên gerîla

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap û Metînayê çalakî kirin. Di encamê de 2 drone hatin xistin, derb li kepçeyekê hate xistin.

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li Herêma Metînayê;

18'ê Tebaxê saet di 07:20'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bi kepçeyan rê çêbikin. Di encamê de derb li kepçeyekê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

17'ê Tebaxê saet di 06:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên ferdî droneyek hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

18'ê Tebaxê saet di 09:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

17'ê Tebaxê saet di 12:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek birîndar bû.

17'ê Tebaxê saet di 20:38'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê hêzên me dest li helîkopteran werdan. Piştî destwerdana hêzên me liv û tevgera helîkopteran hate rawestandin.

18'ê Tebaxê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên ferdî li droneyekê hate xistin, drone hate îmhakirin.

18'ê Tebaxê saet di 21:36'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

18 û 19'ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 11 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

18'ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

18, 19'ê Tebaxê li herêma Xakurkê qadên Kolît, Qele, Lolan, Şehîd Şerîf, Sinînê, Berbizinê 14 caran, li herêma Garê qadên Zêvkê, Deşta Kafya, Girê Kun, Zengil, Girê Sîser, Kanî Sarkê û Dola Mêranê 18 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metîna, Beşîlî, Şêlazê û Dergelê 10 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 4 caran; bi giştî 46 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

17'ê Tebaxê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin."