Li Zagrosan gerîlayekî ji Norwêcê

Karwan Cûdî, ji bo karibe li dijî sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd kiriye têbikoşe, tevlî nava refên PKK'ê bûye. Cûdî got, PKK ji bo tevahiya mirovahiyê têdikoşe.

Gerîlayê enternasyonalîst ê PKK'ê Karwan Cûdî yê 26 salî, ku bi eslê xwe Norwêcî ye, niha li çiyayên Zagrosê li dijî pêkanînên faşîst ên dewleta Tirk şer dike. Gerîla Cûdî ji ANF'ê re axivî û qala sedema tevlîbûna xwe ya li nava refên PKK'ê, şerê li Kurdistanê û sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd dike, kir. Cûdî got, "Navê min Karwan Cûdî ye, 26 salî me. Ji Norwêcê me. Beriya niha bi demekê hatim çiyayên Zagrosê yên Kurdistanê ji bo li dijî artêşa Tirk a faşîst şer bikim. Hatim vê derê ku li dijî sûcên şer û hovîtiya ku artêş û dewleta Tirk dike têbikoşim. Berî niha bi demekê min biryar da ku tevlî nava refên PKK'ê bibim. Çima tevlî PKK'ê bûm? Bersiva vê pirsê ji bo min gelekî hêsan e.

Ji ber ku ya diviyabû bihata kirin, ya rast bû. Di nava salên 70'î de PKK a ku li ser nêrînên rêberê me Serok Apo ava bû, weke organîzasyonek ji bo tevahiya mirovahiyê ava bû. Ne tenê ji bo Kurdan, ya jî weke organîzasyonek li ser axa Kurdan têdikoşe, PKK ji bo tevahiya mirovahiyê têdikoşe.

PKK JI BO TEVAHIYA MIROVAHIYÊ TÊDIKOŞE

Ji gelek kesan heye ku PKK tenê ji bo Kurdistanê şer dike û tenê li gelê Kurd difikire. Ev nêrîneke şaş e. Tişta ku PKK ji bo wê şer dike; azadiya rêberê me Serok Apo, azadiya jinan û azadiya hemû mirovên bindest e. Di vê demê de divê haya mirovan ji kiryarên dewleta Tirk hebin. Gelek dewletên li Ewropayê pasîf dimînin û çalakiyên ku dewleta Tirk dike qebûl dikin.

ERDOGAN JI AZADIYÊ DITIRSE

Gelek welatên Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê PKK xist nava 'lîsteya xwe ya rêxistinên terorê'. Di vî warî de nêrîna min çi ye? Ev nêzîkatiyeke beradayî ye. Çima? Li Tirkiyeyê binere, li Bakur binere bê çi bi gelê Kurd dike. Gelo artêşa Tirk çend hezar gund şewitand? Çend siyasetmedarên partiyên mûxalefetê yên li Parlamenta Tirkiyeyê xist girtîgehê? Çima lîderê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş girtin? Sala 1999'an li paytexta Kenya Naîrobiyê bi hevkariya îstîxbarata Tirk re çima Serokê me girtin? Çima? Ji ber ku dewleta Tirk û Erdogan ji azadiyê ditirsin.

Dewleteke mîna Tirkiyeyê û Erdogan ditirsin ku rastî derkevin holê û ji ber vê yekê jî siyasetmedaran digire, mamosteyên Kurd digire, li Bakur sûcê şer dike. Lewma dewleta Tirk ji bo zilma xw eya li ser gelê Kurd bidomîne gefa şandina leşkeran dixwe. Ji ber ku ew ji azadiyê ditirsin. Ne tenê azadî, ew ji azadiya rastî ditirsin. Dewleta Tirk çima qebûl nake ku Abdullah Ocalan ji girtîgehê dekeve? Ji ber ku, eger Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve wê ne tenê li Kurdistanê, tevahiya mirovahiyê wê bibînin bê nêrînên PK, KCK û Serokatî çi ye, armanca siyaseta PKK'ê çi ye. Wê bibînin ku armanc ji van êrînan, belavkirina azadiyê ye. Ev nêrîn mirovên bindest azad dikin. Jinan azad dikin.

ARTÊŞ LI ŞÛNA CIVAKÊ, DEWLETÊ DIPARÊZIN

Di nava gel de dema ku hişmendiya xwebûnê derkete holê, netewe dewlet nikare li ser piyan bimîne. Ji ber ku netewe dewlet xwe dispêre kontroleke tam. Kontroleke teqez û giştî. Li Ewropayê bi xweşiya mirovan diçe ku difikire ew bi rengekî azad dijîn. Ciwanên li Ewropayê dixwazin bifikirin ku ciwanên herî azad ên li cîhanê ne. Lê bleê tişta ku nabînin ew e, ku gelekî şaş difikirin. Çima? Ji ber ku li Ewropayê, jiyana we, her tiştên hûn dikin, ji cihê razanê heta cihê rabûnê her tişt ji aliyê dewletê ve tê kontrolkirin. Pere, karê we, mufredata li zanîngehê, her tişt ji aliyê dewletê ve tê kontrolkirin. Artêşên li Ewropayê çi diparêzin? Gelo gle diparêzin ya jî dewletê diparêzin?

DEWLETA TIRK LI DIJÎ KURDAN SÛC DIKE

Li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê gelo artêş gel diparêze ya jî Erdogan, MHP a faşîst û AKP'ê diparêze? Bersiva vê yekê zelal e. Artêşa Tirk tenê dewleta Tirk diparêze, gel naparêze. Eger artêşa Tirk ji bo parastina gel, ji bo azadiya gelan şer dike, çima di dema hilbijartin û referandûmê de polîs û artêş gefê li gel dixwe, çima ji bo Erdogan daxwaza dengan dikin? Polîs û leşkerên çekdar diçin malên mamosteyên Kurd, rayedarên hikumetê yên bi eslê xwe Kurd û vê gefê dixwin, 'Eger hûn deng nedin AKP'ê û ji bo referandûmê dengê 'Erê' nedin hûnê karê xwe winda bikin, em ê gundê we bişewitînin, bavê we bikujin, serê xwişk-birayê we jê bikin, dest dirêjî xwişka we bikin'. Gelo çima mirovên li Ewropayê vê yekê qebûl dikin? Gotinek heye, dibêje 'bêdengî sûcê şer e' û bi dîtina min ev gotin jî di cih de ye. Ji ber ku artêşa Tirk li Bakur sûcê şer li dijî gelê Kurd dike û gelek mirov jî li pêşberî vê bêdeng e.

LI TIRKIYEYÊ MIROV NIKARIN BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN

Dewleta Tirk ji destpêkê ve mafê hînbûna dîroka xwe li gelê Kurd qedexe kiriye. Li Bakur hin mirov hîn nizanin ku Kurd in, gelê Kurd li Bakur ditirse ku li mala xwe bi Kurdî biaxive. Gelo ev tiştekî bê qebûlkirin e? Na. Mafê her mirovî ye ku zanibe ji ku derê hatiye. Mafê her mirovî ye ku zanibe kî ye. Divê her kes karibe bi zimanê xwe biaxive. MÎT dişopîne bê li malên Kurdan bi Kurdî diaxivin yan jî bi Tirkî. Mirov ditirsin ku zimanê xwe li nava mala xwe biaxivin. Divê ev nebe. Divê bi vî rengî nebe. Pêwîste mirov vê qebûl neke.

ARTÊŞA TIRK KURDAN DIKUJE

Ji ber van sedeman ez hatim çiyayên Kurdistanê û li vê derê ji bo li dijî artêşa faşîst a gundên Kurdan dişewitîne, li eniya navbera Başûr û Bakur li Zagrosan cih digirim. 

Beriya niha bi demeke kin, li binê jêrzemîna avahiyekê du sed Kurd hatin şewitandin û ev sûc ji aliyê artêşa Tirk ve hate kirin. Artêşa Tirk Kurdan dikuje. Çima? Ji ber ku ew Kurd in.

JI BO AZADIYA RASTÎ TEVLÎ NAVA REFÊN PKK'Ê BIBIN

Dixwazim mesajekê bidim her kesên li Ewropayê. Eger bi rastî jî hûn dixwazin ji bo azadiyê têbikoşin, ji bo azadiya jinên bindest têbikoşin, hingî tevlî nava refên PKK'ê bibin. Bên çiyê, tevlî hêzên gerîla bibin ku ligel êrîşên giran ên artêşa Tirk jî roj bi roj mezin dibe. PKK zêdeyî 40 sal in heye û ti dewletê nekarî PKK'ê parçe bike. Tevlî şoreşê bibin, şoreşê belav bikin, li çar aliyên Ewropayê belav bikin û dengê xwe bikin yek. Bêdeng nemînin. Çalakiyan bikin. Peyamê belav bikin ku sûcê şer ê ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin ne yên qebûlkirinê ne. Bixwazin ku Serokatî Abdullah Ocalan tavilê bê berdan."