NÛ BÛ-Li Xûrmatû êrîşa ITC’ê: Pêşmergeyek şehîd bû

Li Xurmatû di encama gulereşandina komên çekdar ên girêdayî Eniya Tirkmen a Iraqê de, pêşmergeyek şeîd bû, pêşmergeyek jî birîndar bûye.

Li gorî agahiyên hatin girtin, li navçeya Xurmatûyê ya Selahedînê îro di saet 14:00'an de li ser rêya sereke ya di navbera Bexda û Kerkûkê de çekdarên Tirkmen wesayîta pêşmergeyên Kakeyiyan gulebaran kirin.

Li gorî agahiyên heman çavkaniyê, dema ku çend pêşmergeyên Tûgaya Kakeyiyan vedigeriyan Xaneqînê, ji aliyê çekdarên Tirkmenên Esaîbî Ehlî Hek ve hatin gulebaran kirin. Di encamê de pêşmergeyek şehîd bû û yek jî birîndar bû.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de çekdarên ITC’ê navenda YNK’ê ya Xurmatû jî gule kiriye.

Çekdarên girêdayî ITC’ê, ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekirin, koma mijara gotinê ji bo operasyona Tilehfer li bin sêwana Esayîb El Hak ê alîgirê Îranê ku di nava Heşdî Şebî de cih digirin.

Ji beriya niha li gorî polîtîkaya Tirkiyeyê ji bo Heşdî Şebî ‘terorîst’ dihat gotin, cihgirtina ITC’ê ya li nav Esayîb El Hak dide diyarkirin ku bê ka çiqas Tirkiye û Îran di demê dawî de nêzî hev bûne.