Li Xûmatû şer
Hêzên Azadî Kerkûk-Xûrmatû bi hewanan li dijî qereqoleke Heşdî Şebî ya li ser silsileya çiyayê Kele Hencîr çalakiyek pêk anî.
Hêzên Azadî Kerkûk-Xûrmatû bi hewanan li dijî qereqoleke Heşdî Şebî ya li ser silsileya çiyayê Kele Hencîr çalakiyek pêk anî.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, hêzên Kurd ên xwebexş ên di bin navê Hêzên Azadî Kerkûk-Xûrmatû de xwe bi rêxistin kirine, di saetên şevê de bi hewanan çeperên Hêzên Heşdî Şebî yên li silsileya çiyayê Kele Hincîr a bi ser Xûrmatû kirin hedef.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku di çalakiyê de kuştî û birîndar hene. Lê têkildarî hejmara kûştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidesxistin.