Li Xelfetiyê polîs bi der qanûnî deng didin

Polîsên Tirk ku ji Mersîn, Edene, Antalya û Konyayê hatine Xelfetiyê, bi awayekî der qanûnî deng didin.

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê di Sindoqa 1094’an a Dibistana Anadolu Lîsesî de gelek polîsên ku ji Mersînê hatin anîn, deng didin. Li gorî qanûna hatiye diyarkirin, divê karmendên dewletê ji bilî sindoqa xwe ya hatiye destnîşankirin deng nede, heke bide jî divê bi belgeya hejmar 143 a fermî dengê xwe bide. Lê belê hate diyarkirin ku li gel ti polîsên deng dane ev belge tine bûye.

Ji şevê din ve ji bajarên weke Mersîn, Edene, Antalya û Konyayê gelek hilbijêr bi wesayîtên polîsan anîne bajêr. 

Her wiha hate ragihandin ku polîs bi wesayîtên zirxî li nava bajêr digerin û qeyûmê AKP'ê Şeref Albayrak jî xwestiye muşahîdên HDP'ê ji dibistanan derxîne.

Hate ragihandin ku di sindoqên 1049 û 1050'î yên li dibistana taxa Hîlalli bi awayekî eşkere deng hatine dayin. Di navbera muşahîdên HDP'ê û polîs û muşahîdên AKP'ê de nîqaş derket. Bi hewldana HDP'iyan parêzeran midaxale kirin û dengdan hatiye sekinandin. Hate ragihandin ku nîqaşa di navbera AKP û HDP'iyan de didome.