Li Xakurkê bi F-16 û helîkopteran xweza tê wêrankirin

Hêzên dagirker ên Tirk li Başûrê Kurdistanê sivîlan dike hedef û xwezayê jî wêran dike.

Xakurkê ya ku Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê li wê derê digihêjin hev, li ser wê êrîşên sîstematîk hene.

Dewleta Tirk bi balefirên F-16, helîkopter, obus û hawanan Geliyê Şêxzade, Geliyê Lolanê, Çiyayê Şekîfê, Girê Lêlikanê û gelek cihan bomberdûman dike.

Li Xakurkê riwekên endemîk û gelek heywan jî ji ber bomberdûmanê tên qetilkirin. Dar, av, riwek, mar û gelek zindî tên qirkirin.

Gerîlayek marekî parçebûyî nîşan dide, yê ku ji ber bomberdûmana dewleta Tirk parçe bûye. Rojhat Torî yê ji Kerboranê diyar kir ku ew wekî çavê xwe li xwezaya Kurdistanê dinihêrin lê hêzên dagirker ên Tirk qadê bomberdûman dikin.

Torî got ku “Artêşa Tirk a dagirker derbarê Kurd û Kurdbûnê çi hebe, êrîşî wê dike. Kurdistan bi sedan sal in, tê wêrankirin. Heywanên ku li ser axa me jî ji ber êrîşan tên qirkirin. Gerîlayên azadiyê li hemberî van êrîşan wê heta dawiyê ax, av û xwezaya me biparêzin. A niha berxwedaneke mezin a dîrokî heye. Hêzên Tirk piştî Efrînê dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Dema ku vî tiştî dikin jî xwezayê qir dikin. Dema nikarin bi gerîlayan, êrîşî xwezayê dikin û dixwazin li herêmê mirov nemînin.”