Li Xakurkê bi çekên giran çalakî hate kirin

Gerîlayan di 7'ê Çileyê de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn a li Xakurkê, li dijî leşkerên Tirk ên dagirker bi çekên giran çalakî kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyan û êrîşan ev agahî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

Di 7'ê Çileyê de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

7'ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîdayê û qada Çemçoyê bi çekên giran bi dehan caran hatin bombekirin."