Li Xakurkê berxwedana dîrokî: Gelek leşker hatin kuştin

Dewleta Tirk a dagirker a ku ji bo dagirkeriyê dixwaze qada Xakurkê têxe destê xwe, rastî berxwedana dîrokî ya gerîlayan tê. Di şer de gelek leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan daxuyanî dan.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Çalakiyên hêzên me yên li dijî êrîşên artêşa dagirker a TC'ê didomin. Dewleta TC'ê ya dagirker ku bi hemû derfet û delîveyan êrîşê bi ser hêzê me de tîne, li herêma Xakurkê li rasta berxwedana dîrokî ya gerîlayên me hatiye. Dagirkerên ku tenê bi teknîka zêde dikare leşkerên xwe bi pêş ve bibin, li bejahiyê li dijî hêzên me nikarin şer bikin, bi çalakiyên gerîlayan derbên giran dixwin. Dewleta dagirker ji bo ku xwe li ser piyan bihêle hemû manûnemana xwe daye ser vê operasyona dagirkirinê û hêzên me li dijî vê operasyonê, li gel derfetên kêm jî bi giyanê fedayî li dijî dijmin çalakiyan dikin. Bi vê çarçoveyê, bi çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronaya, agahiyên berfireh ên çalakiyan wiha ne;

DI SABOTAJÊ DE GELEK LEŞKER HATIN KUŞTIN

30'ê Gulanê saet li derdoran 20.30'an artêşa TC'ê ya dagirker Girê Şehîd Sarya ya li herêma Xakurkê bi desteka firfirokên hewayî yên bêmirov û helîkoptêrên êrîşê û bi balafirên şer zêde dane ber bombeyan. Piştî bombekirinê 31'ê Gulanê saet li derdora 13.00'an, hêzên me li dijî leşkerên ku bi helîkoptêrên Skorskyê li gir hatine danîne çalakiya sabotajê kirine. Piştî vê çalakiyê ku gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûne, hêzên dagirker bi helîkoptêrên Skorsykê kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine. Helîkoptêrên kobra ên hêzên dagirker li derdora saet 14.00'an heta derengiya şevê bi navberê Girê Ermûşê û Şehîd Şaha bombe bikirine. Di van êrîşan de ti ziyan negihaye ser hêzên me.

Di 31’ê Gulanê de saet di 15.50’an de hêzên me li dijî leşkerên li Girê Elîşêr ê Gevera Colemêrgê, çalakiyek li dar xistine. Hêzên me li kozikên dijmin dane û kozikek hatiye îmhakirin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin.

LI LICÊ FERMANDARÊ YEKÎNEYÊ Û 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Ev demek e artêşa Tirk a dagirker li navçeya Licê ya Amedê kemînan datîne. Di 28’ê Gulanê de hêzên me yekîneyeke veşartî ya dijmin a li Girê Keşanê ya li nêzî gundê Dêrxustê xistiye bin kontrola xwe. Di heman rojê de saet di 19.00’an hêzên me li vê yekîneya dijmin daye. Di vê yekîneya dijmin de yek jê fermandarê yekîneyê 3 leşker hatine kuştin. Artêşa Tirk piştî şer mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorskyê ji qadê derxistiye.

LI DÊRSIMÊ 5 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di 9’ê Gulanê de saet di 07.30’an de artêşa Tirk a dagirker li qadên Mêrga Çepera, Şehîd Cafer û Vartînîsê bi firfirokên bêmirov û helîkopterên Kobra operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker qad bomberdûman kirine û bi helîkopteran leşker anîne qadê. Piştî bomberdûmanê di navbera hêzên me û dijmin de şerek çêbûye. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û 5 hevalên me piştî şerekî qehremanî şehîd bûne û hevalekî me jî birîndarî dîl ketiye. Piştî şer artêşa Tirk a dagirker operasyon berfireh kiriye  û ev operasyon hê jî didome. Nasnameya hevalên me yên şehîd wê piştre werin eşkerekirin.

LI ZAPÊ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 31’ê Gulanê de saet di navbera 08.00 û 09.00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Qada Çemço ya Zapê û qada Deşta Kafya ya Garê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine.

Di 1’ê Hezîranê de saet di navbera 07.00’an de balefirên şer qada Sîda ya Zamê bomberdûman kirine.

Di van bomberdûman de tiştek bi hêzên me nehatiye.”