Li Wêranşarê kevirên gorên şervanên YPG/YPJ'ê şikandin

Li Wêranşarê êrîş bi ser gorên şervanên YPG/YPJ'ê kirin û kevirên gorên wan şikandin. 

Li navçeya Wêranşar a Rihayê ziyan dane gorên şervanên YPG/YPJ'ê. Li Goristana Nû ya li ser rêya Serêkaniyê-Wêranşarê êrîş birin ser gorên şervanên YPG/YPJ'ê û kevirên gorên wan hatin şikandin.

Dewleta Tirk ev bi salan e ku hiqûqa şer, nirxên mirovî û dînî ji nedîtî ve tê, binpê dike û li gelek deverên Kurdistanê êrîşê bi ser goristanên gerîlayan de dibe. Van salên dawî gelek caran polîs û leşkerên Tirk êrîş bi ser goristanan de birin.