Li Wêranşarê 3 kes hatin girtin

Li navçeya Wêranşar a Rihayê 3 kesên ku 4’ê Îlonê hatin destgîrkirin û êşkence lê hatin kirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Li navçeya Wêranşar a Rihayê 4 kesên di avêtina ser malan a 4’ê Îlonê de hatibûn destgîrkirin, piştî karûbarên wan ên li emniyetê û şûnde sewqî Edliyeya Rihayê kirin.

Hamdullah Esen (55), Tayîp Temel (52), Mehmet Saît Yardimci (60) û Omer Erdem ên li dozgeriyê bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘alîkarîkirina rêxistinê’ îfadeya wan hate girtin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin.

Omer Erdem ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edî hate berdan, 3 kesên din hatin girtin û Şandin girtîgeha Rihayê.

Ji aliyê malbar û parêzeran ve ji raya giştî re ragihandin ku her sê kesên hatinbûn destgîrkirin hatin êşkencekirin. Parlemetera HDP’ê ya Rihayê bi pêşnûmepirsekê mijara êşkencê bibirbû rojeva Meclîsê.