Li Wargeha Xwendekarên Jin a Mêrdînê mirineke bi guman

Li Wargeha Xwendekarên Jin a Mêrdînê xwendekareke 22 salî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.

Îrem Zeynep Aygun a ku li Zanîngeha Artûklûyê di beşa Pîriktiyê de xwendekara sala yekemîn bû, li Wargeha Xwendekarên Jin a Mêrdînê a girêdayî Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ev bûyer vê sibehê pêk hatiye. Hate îddîakirin ku Aygun ji paceya odeya xwe ya li katê 8’an xwe kuştiye.

Piştî ku Aygun rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.

Rayedarên Wargehê hê daxuyaniyek nedane û xwendekaran nerazîbûn nîşan dan ku piştî bûyerê bi qasî 30 deqîqeyan tu kesî mudaxeleyî rewşa Aygun nekirine.

Li gorî xwendekarên wargehê bi derengî bangî ambûlansê hatiye kirin û mudaxeleya pêşîn piştî 30-35 deqîqeyan hatiye kirin.

Derbarê mirina bi guman tu agahiyên din nehatin bidestxistin.

CÎNAYETÊN LI SER JINAN Û MIRINÊN BI GUMAN ZÊDE DIBIN

Li gorî Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Sekinandin di meha Cotmehê de herî kêm 18 jin hatine kuştin û 19 jin jî bi awayekî bi gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Di meha Îlonê de jî 26 jin hatibûn kuştin û 19 jinan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabûn.

Ji meha Çileyê heta Cotmehê jî herî kêm 252 jin ji aliyê mêran hatibûn kuştin. Platformê ji bo ku kes ‘hejmaran normal nebîne’ di meha Sibatê de dane eşkere nekiribû.

Platformê diyar kiribû ku di sala 2020’an de 300 jin ji aliyê mêran hatibûn kuştin.