Li wargeha Mexmûrê ji ber ambargoyê nexweşî zêde bûne

Hevberdevkê Qada Tenduristiyê Husên Gozereşî diyar kir ku ji ber ambargoya li ser wargeha Mexmûrê nexweşî zêde bûne û hikumeta Iraqê jî xwedî li sozên xwe dernakeve. Gozereşî destnîşan kir ku ew jî hewl didin li gorî derfetên xwe xizmetê bikin.

Tenduristî pêwîstiyek girîng a jiyanî ye, ango civakek bê tenduristî nabe. Lewma ji bo civakê hêmaneke nebe nabe. Li vir jî rola girîng dikeve ser milê xebatkarên tenduristiyê, bi rol û berpirsyariya xwe, hêmanek girîng a civakê pêk tînin û êdî tevî hemû zor û zehmetiyan jî dikevin hewila domandina karê xwe. Xebatkarên Qada Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî tevî zor û zehmetiyên ambargoyê, karê xwe yê tenduristiyê didomînin. Hevberdevkê Qada Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Husên Gozereşî, têkildarî vê yekê ji ANF’ê re axivî.

Husên Gozereşî di destpêka axaftina xwe de, diyar kir ku piştî ambargoyê hatin û çûyîna Hewlêrê hat qedexekirin û got: “Her wiha di destpêka ambargoyê de hatin û çûyîna bajarên din jî zêde nebûn, ji ber ku astengî çêdikirin. Vê astengiyê bandor li ser tenduristiya gelê me kir, ji ber ku li wargehê gelek nexweşiyên kronîk ên weke, şekir, tansiyon, penceşêr û hwd. hene. Em li gorî derfetên xwe, xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derketin. Av û erdîngariya wargehê jî bandorê li nexweşiyan dike û ev dibe sedem ku nexweşî li gor cihên din hê zêdetir bibin. Piştî ambargoyê wargeh bû mîna girtîgehek vekirî û vê yekê zêdetir bandor li nexweşiyan kir. Di heman salê de nexweşiya koronayê derket, pêl bi pêl belavî cîhanê bû û gihişt wargehê jî. Di vê demê de hem ambargo hebû hem jî nexweşiyên cudatir hebûn, ji ber vê yekê zêdetir zehmetî derketin. Gelek nexweşên me ji ber rêgiriyê jiyana xwe ji dest dan, bi taybet zarok û jinên ducanî. Lê em xelkê wargehê, qada tenduristî, bijîşk û xebatkarên xwe yên ku beşên tenduristiyê xwendine, li gor derfetên xwe xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe derdikevin.”

Husên Gozereşî işaret bi nexweşiyên kronîk ên li wargehê kir û wiha bilêv kir: “Em nikarin bi awayekî zelal bibêjin evqas nexweşên kronîk hene yan nîne, ji ber ku car caran tê guhertin. Lê mirov dikare bibêje ku hejmareke zêde nexweşên kronîk hene. Bi taybetî ji ber hem îmkan û derfetên heyî hem di milê ava vexwarin û hewa de gelek vîtamîn hene ku nikarin pêwîstiyên xwe temîn bikin. Ev yek dibe sedem ku nexweşî zêdetir bibin.”

‘DI VAN DEMÊN DAWÎ DE, NEXWEŞIYA PENCEŞÊRÊ LI GORÎ BERÊ ZÊDETIR BÛYE’

Husên Gozereşî destnîşan kir ku di milê xwe gihandina dermanan de rêgirî heye û wiha domand: “Di milê derman de em gelek zorî dikêşin, ji ber ku berê di milê Hewlêr de derman dihatin lê niha nayê. Di milê Mûsilê de jî pirsgirêk dertêxin. Lê em hin caran bi rêya hin dostan an jî hin dermanxaneyên nêzîk peyda dikin. Çend car serlêdanên fermî li hikûmeta Iraqê hate kirin, hin caran dibêjin em ê rê bidin lê heta niha jî di vê milî de rêgiriyek heye. Di vê dawiyê de nexweşiya penceşêrê li gorî berê du qat zêdetir bûye. Bi taybetî li wargehê nexweşiyên weke tansiyon, şekir û krîza dil zêdetir rû dan. Me bi çend mînakan işaret bi sedemên nexweşiyan kir, lê sedemên nexweşiyan tam nehatine zelal kirin. Ji bo zelalkirina vê yekê me ji hin bijîşkên sînornenas û xêrxwazan re pêşniyar kir ku li nava wargehê texlîkek bikin, lê heta niha derfetek welê bi dest me ne ketin e.”

'TEVÎ BERDÊLÊN GIRAN, ÎRADEYA XURT'

Gozereşî anî ziman ku xet û felsefeya Rêber Apo û hêza ku ji şehîdên şoreşê girtine heta niha derfetan ji bo xwe ava dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di milekî de raste berdelên pir giran tên dayîn, lê ew yek dihêle ku roj bi roj vîna me bihêztir bibe û em xurttir bibin.”