Li Wanê xebatkarên şaredariyê li dijî qeyûman dest ji kar berdan
Zext heta ku her kesî bikin AKP’yî û ajantiyê li ser her kesî ferz bikin dikare bidome.
Zext heta ku her kesî bikin AKP’yî û ajantiyê li ser her kesî ferz bikin dikare bidome.
Kedkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ya Artemêtanê, Rêya Armûşê, Erdîş û Qerqeliyê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku ew ê bi qeyûman re nexebitin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em weke karmend, kedkar û karkarên bi peyman û taşeron ku li Şaredariya Mezin a Wanê û Navneyên şaredariya me dixebitin, em vê darbeya AKP’ê ya li vîna nûnerên me yên hilbijartî û ji bo vê jî li gelê me hatiye kirin, qebûl nakin."
Di daxuyaniyê de hate gotin nirxên welatparêziyê, hemû polîtîkayên ji bo jinê hatine hedefkirin û bi berdewamî wiha hate diyarkirin, "Bi me wiha ye ku ev zext û zordarî heta ku her kesî bikin AKP’yî û ajantiyê li ser her kesî ferz bikin wê bidome. Em li saziya gelê xwe şaredariyê li dijî gelê xwe sûc nakin, em li gorî nirxê gelê xwe dijîn, dixebitin û xizmetê dikin. Ji ber vê jî em di bin talîmata qeyûm û karmendên mêtingeran de naxebitin. Em, heta ku saziyên xwe yê ku vîna gelê me ji wan hatiye dizîn dîsa bi dest bixin û dewrî gelê xwe bikin, em ê têbikoşin.
Herî dawî banga me li wan hemû kesan e ku di jêr fermana qeyûman de dixebitin. Ev sazî emanetên pîroz ên gel in. Di rewşeke wiha de ku saziyên me bi pêşengiya qeyûmê ji hêla hêza polîs û leşkeran ve hatine dagirkirin, bi metirsiya meaş û hwd. domdarkirina xebata bi hişmendiya faşîst re tê wateya dijberbûna bi exlaqê civakî re. Çi kedkarê ku biryardar e jiyaneke rûmetdar bijî, li dijî vê rastiyê divê bibe xwedî helwest."