Li Wanê xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinê didomin

Li Wanê HDP’yiyan di çarçoveya xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê de belavok li bazara semtê û gundan, belavkirin. HDP’yiyan li Artêmetan û Payîzavayê bi gel re civiyan û têkildarî hilbijartinan agahî bi gel re parvekirin.

Di çarçoveya xebatên hilbjartinê de HDP’yiyan li bazara semtê ya Taxa Tel Başî ya navçeya Artêmetan geriyan û belavok belavkirin. Hevserokên HDP’ê yên navçeyê, nûnerên TJA û mexdurên BHQ’ê beşdarî belavkirina belavokan bûn. Gel eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da, piştî belavkirina belavokan HDP’yiyan mal mal geiryan û ji bo partiya xwe deng xwestin.

PAYÎZAVA

Hevserokên HDP’ê yên navçeya  Payîzava Sînem Malal, Bahattîn Yavûz û Hevşaredar Yildiz Çetin ku li cihê wê qeyûm hatibû tayînkirin li tax û gundên Payîzavayê geriyan û belavokên destdan belavkirin.