Li Wanê terora polîsan: 14 kes hatin destgîrkirin

Li Wanê polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser malan û 14 kes destgîr kirin.

Polîsên Tirk li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê danê sibehê avêtin ser taxa Xaçortê.

Polîsên ku derî şikandin û bi vî rengî ketin hndirê malan, alav ji hev belav kirin û 14 kes destgîr kirin.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina şandina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Agît Îpek bi rêya postayê, weke hinceta destgîrkirinê hate nîşandan.