Li Wanê rêzeçalakiyên YPS’ê

Navenda Çapemeniyê ya YPS’ê diyar kir ku yekîneya wan a bi navê Şehîd Demhat Feraşîn li Wanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çend çalakî li dar xistiye.

Navenda Çapemeniyê ya YPS’ê di malpera xwe de qala çalakiyên yekîneya Şehîd Demhat Feraşîn ên li Wanê kir.

Di daxuyaniya YPS’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di 8’ê Tebaxê de li taxa Xaçortê ya Wanê dema ku wesayîteke zirxî derbas dibû, yekîneyên me yên YPS û YPS-Jinê bi bombeyên destan êrîşî wesayîtê kirine. Di vê çalakiyê de mirî û birîndarên dijmin nehatin tespîtkirin û yekîneyên me bi silametî vegeriyan cihê xwe.

LI WANÊ ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TORA SÎXURAN

Li Wanê kesê bi navê Taner Unal ê ku berê sîxurtî dikir, ji aliyê yekîneyên me yên YPS’ê hatibû hişyarkirin. Vî kesî guh neda hişyariyên me, ji ber vê jî di 5’ê Tebaxê de saet di 07.30’an de li taxa Karşiyaka ya Wanê yekîneyên me yên YPS û YPS-Jinê ev kes ceza kirin.

Li Wanê kesê bi navê Omer Altay ê ku tiliya wî di şehadeta hevalên me de hebû û me berê ew hişyar kiribû, ji ber ku karê sîxurtiyê didoman di 21’ê Adara 2017’an de ev kes ji aliyê yekîneyên me yên YPS’ê hate cezakirin.

Ev çalakiyên hanê ji aliyê yekîneya me ya bi navê Şehîd Demhat Feraşîn hatiye lidarxistin.”