Li Wanê qumar, narkotîk û fûhûş bi desteka dewletê tên kirin

Li Wanê, di dema dawî de firotin û bikaranîna narkotîkê, fûhûş û qumar ku dewlet teşwîq dike, zêde bûye. Hema bêje, madeyên narkotîkê bi rengekî vekirî tên firotin. Dewlet bi taybetî hewl dide taxên welatparêzan bike bazara vê yekê.

Bi Rewşa Awarte re li Wanê qumar, bikaranîn û firotina narkotîkê û fûhûş gelekî zêde bûye. Bikaranîna madeyên narkotîkê bi taybetî li navenda Wanê û navçeya Erdîşê zêde dibe. Dewlet, kesên ku madeyên narkotîkê difiroşin ji nedîtî ve tê. Bi taybetî dest li kesên li hin taxan madeyên narkotîkê difiroşin, wernade. Dewleta Tirk ku li Wanê li hemberî firotina çay û cixareya qaçax gelekî hesas e û operasyonan dike, bi ti awayî dest li kesên madeyên narkotîkê difiroşin wernade.

DEWLET BI KESÊN MADEYÊN NARKOTÎKÊ DIFIROŞIN RE HEVKARIYÊ DIKE

Bi taybetî, piştî ku dibe êvar hema hema li çar aliyên Wanê kesên ku madeyên narkotîkê difiroşin tên dîtin. Hedefa van firoşkaran, ciwan in. Ji ber firotina narkotîkê bi ewçend hêsanî, li Wanê û navçeyên wê bi hezaran ciwan ketine xefika bikaranîna narkotîkê. Ji ber polîtîkayên dewletê, hejmara ciwanên dikevin vê xefikê zêde dibe. Bi taybetî li taxên welatparêzan, firotina madeyên narkotîkê tê teşwîqkirin. Di serî de taxa xaçortê li taxên din ên welatparêzan, dewlet ji bo ciwanan bixe vê xefikê bi kesên madeyên narkotîkê difiroşin re hevkariyê dike. Tê gotin, polîs û leşker li van taxên navborî mîna firoşkarên narkotîkê tevdigerin û hewl didin madeyên narkotîkê bifiroşin ciwanan.

LI ERDÎŞÊ BI RÊYA OCAXÊN NÎJADPERESTAN NARKOTÎK TÊ FIROTIN

Li navçeya Erdîş a Wanê jî rewş ne cuda ye. Li vir jî ciwanên ku narkotîkê bi kar tînin tên dîtin. Li Erdîşê, bi taybetî li taxên welatparêz Sûlî û Salihiyeyê, bi desteka dewletê bi rêya Ocaxên Nîjadperestan madeyên narkotîkê tên firotin.

QUMAR Û FÛHÛŞ LI WANÊ KIRINE SEKTOREK

Li Wanê di dema dawî de bi taybetî qumar û fûhûş zêde bûye. Li gelek kafeyên li Wanê qumar bi rengekî vekirî tê lîstin. Tevî ku qedexe ye, qumar li Wanê veguheriye sektorekê. Ligel ku haya polîsan jê heye jî, heta niha tiştek nehatiye kirin. Tevî ku welatiyên Wanê nerazîbûnê nîşan didin û cihên lîstina qumarê eşkere ne, dewletê tiştek nekiriye. Welatî dibêjin, "Cihên qumarê didin lîstin eşkere ne. Haya polîsan jê heye, lê heta niha tiştek nekirine. Ji ber ku dewlet destûrê dide ku qumar bê lîstin. Armanca dewletê dejenerekirina civakê ye û dixwaze me ji nirxên me vegire. Pêwîste cihên qumarê didin lîstin tavilê bên girtin."

Tevî qumar û madeyên narkotîkê, fûhûş jî zêde bûye. Di zêdebûna fûhûşê de rola polîs û leşkeran mezin e.