Li Wanê pereyê paqijkirina berfê ji mamosteyan xwestin

Piştî ku Walîtiya Wanê îdîa kir ku ji bo "paqijkirina Wanê ji berfê me 9 milyon xerc kir" Midûrê Perwerdeya Milî ya Navçeya Rêya Armûşê jî bi ser mamosteyan ve çû. Ji mamosteyan daxwaza pereyê paqijkirina berfê kir.

Li Wanê ji ber berfa ku çend roj in gelekî dibare jiyan tevizî. Tax û kolanên bajêr hemû bi berfê hatine girtin. Li Miksê ji ber aşûtê 41 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê M. Emîn Bîlmez ku tax û kolanan ji berfê nade paqijkirin, îdîa kir ku ji bo rakirina berfê wan 9 milyon TL xerc kirine.

Tevî vê îdîaya qeyûmê rejîma Enqereyê Bîlmez, pêşiya dibistanan hîn jî bi berfê girtî ye.

Midûriyeta Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê nivîsek ji midûrên dibistanan û mamosteyan re şand û diyar kir, ku ji bo paqijkirina qadê ji berfê wê kepçeyê bişîne û ji midûr û mamosteyan xwest ku heqê sotemeniya makîneyan ew bidin. Di nivîsê de ji her mamosteyekê/î 150 TL hate xwestin.

EGÎTÎM-SEN: PEREYÊ KU TÊ HEVDAN QANÛNÎ NÎNE

Di nivîsê de kêmaniya budçeyê weke hincet hate nîşandan. Serokê Şaxê Wanê yê Egîtîm-Senê Bedrî Yamaç diyar kir ku pereyê ji mamosteyan tê komkirin qanûnî nîne.

Yamaç got, "Ev yek bi dilxwazî bê kirin jî rast nîne. Ne ya qebûlkirinê ye ku çavkaniyên cemaweriyê belasebep bên xera kirin û piştre vê yekê ji kedkarên di asta birçîbûnê de ne bê wergirtin. Bi navê Egîtîm-Senê em vê qebûl nakin. Kes ne mecbûr e ku vî pereyî bide, lê belê mobîngê dikin. Di bin navê bexşê de rewşeke balkêş heye. Em lêkolîn dikin, di demeke nê zde em ê bi raya giştî re parve bikin. Çavkaniyên cemaweriyê ji aliyê kê ve tên bikaranîn bila biçin ji wan bixwazin."