Li Wanê navê hakimekî AKP’yî dan parkekê

Navê Hakim Erhan Çavûşoglû ê ku 4 salan li Wanê xebitî û navê wî gelek caran bi gendeliyê re hat rojevê, ji aliyê qeyûm ve li parkekê hate kirin.

Hakim Erhan Çavûşoglû nêzî 4 salan li Wanê xebitî. Çavûşoglû ku serokatiya Komîsyona Edaletê ya Wanê bû, di dema wî de biryara girtina siyasetmederên Kurd zêdetir bûn. Çavûşoglû di pevçûna desthilatdaran a 15’ê Tîrmeha 2016’an alîgirê hikûmeta AKP’ê bû, di heman demê de bû sedem ku gelek kes ji kar werin derxistin. Çavûşoglû di dema peywira xwe de ji ber serkeftina wan a di sûcên terorê yên li Wanê de, plaketên serkeftinê da gelek hakiman. Çavûşûglû ku bi nêzîkbûna xwe ya bi AKP’ê re tê naskirin, dema li Wanê peywira xwe dikir gelek qeyûm û AKP’yî dihat serdana wî.

Dema Çavûşoglû serokê Komîsyona Edaleyê bû derketibû holê ku tiryakên li Buroya Emanetan a Edliyeya Wanê weke ard derbasî qeydan kiriye û piştre jî firotibû.

Çavûşoglû ku 4 salan li Wanê xebitî, lê di sala 2020’an de ew şandin bajerekî din. Lê di van rojên dawî de Şaredariya Îpekyolû ya Wanê ku ji aliyê qayûmê ve tê birêvebirin, navê Çavûşoglû da parkekê. Welatiyan bertek nîşanî vê rewşê dan.