Li Wanê mirov ji ber erdhejê şepirze ne, AKP ketiye derdê rantê

Ji ber erdhehê şêniyên Serayê û Qerqeliyê şepirze ne lê AKP-MHP ketine pey derdê rantê, polîs û leşkerên Tirk jî şandeya HDP'ê asteng dikin.

Bi erdheja 25'ê Hezîranê re ya li Wanê ji ber havînî û bi roj bû kesek zêde li mal nebû her çendî kes nemiribe jî lê gelek mal û kox di halekî wiha de ne ku mirov nikarin bikevinê.

Li gundên ku erd lê hejijî talokeya herî mezin jî hêla vîrûsa koronayê ye, li ser tendiristiya yixtiyaran û zarokan, ku di eynî konî de dimînin talokeyeke mezin heye.

Piştî erdhejê şandeya HDP'ê du rojan serdena wan gundan kir ku erd lê hejijî û li gundiyan guhdar kirin.

Polîs û leşkerên Tirk ji bo ku şandeya HDP'ê xwe negihîne gundiyan gelek astengî derxistin, li çar qereqola Qerqelî Serayê li çar cihan li nasneyan pirsîn û ji şandeyê pirsîn bê ka pakêtên alîkariyê bi wan re hene yan na.

Hevserokê Bajêr ê HDP'ê yê Wanê Okkeş Kava got piştî erdhejê wan serdana gundan kiriye, ziyaneke mezin li malan çêBûye, hema hema ti maleke nameye ku ziyan lê nebûye. Kava got gundî di malên wiha de dimînin ku bi lebitandinekê re dikarin hilweşin.

Kava diyar kir ew li AFAD'ê û saziyên têkildar geriyane, gotine, ''mirov nikarin biçin malên xwe', lêzimiyên wan hene lê tişta hewce nehatiye kirin û niha gelek malbat li derve radikevin.

Kava her wiha got dema ku ew çûne serdana gundan, navbeyna Serayê û Qerqeliyê li gel ku 17 km ne jî 4 caran polîs û leşkeran ew sekinandine, ji wan pirs kirine bê ka pakêtên alîkariyê bi wan re hene yan na, li pakêtan geriyane û bi saetan ew dane sekinandin.

Wekîla HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan jî got li gel ku sê roj di ser erdhejê re derbas bûne hê ti kon ji gundiyan re neşandine.

Orhan bal kişande ser hêla vîrûsa koronayê, got malzemeyên hijyenê jî li cem mexdûrên erdhejê nîne û dibe ku kêşeyên mezin ên tendiristiyê derkevin. Organ got, ''Di rewşeke wiha de ku hêla vîrûsa koronayê zêde bûye, ku têgerîna wê mirov bîne ber çavan rîske heye ku hêla vîrûsê berbelav bibe.

Orhan got divê Wan weke herêma bobelatê were ragihandin. Organ got qeyûm bi gundiyan re dest bi bazaran TOKÎ'yê kiriye û ev nayê qebûlkirin.