Li Wanê leşker û cerdevan gefê li gel dixwin

Li Kurdistanê bi destpêkirina dengdanê re binpêkirin û gefên hêzên dewletê jî dest pê kirin. Leşker û cerdevan li taxa Xoşap a navçeya Payîzava ya Wanê ketin nava dibistanê û gef li wezîfedarên li ser sindoqê xwarin.

Li taxa Xoşap a navçeya Payîzava ya Wanê, leşker û cerdevan bi çekan ketin nava Dibistana Seretayî ya Guzelsû û gef li wezîfedarên li ser sindoqê xwarin. Piştî ku dengdanê danê sibehê dest pê kir, leşker û cerdevan hatin dibistanê, nasnameya welatiyan kontrol kirin û astengî derxistin pêşiya wezîfedarên li ser sindoqê.

Leşker û cerdevanan guh nedan îtirazên serokên sindoqan ên ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind ve hatine wezîfedarkirin û çek li wezîfedarên li ser sindoqê kişandin. Leşker û cerdevanan gef li wezîfedaran xwarin û gotin, "Bila hilbijartin biqede, hûnê bibînin bê em ê çi bikin", "Em ê dibistanê bi serê we ve birûxînin." Her wiha gef li gel xwarin, ku dengê 'erê' bidin.