Li Wanê, kolana ku avahiya HDP'ê lê ye hate dagirkirin
Kolana ku avahiya Rêxistina HDP'ê ya Wanê lê ye ji aliyê polîsên Tirk ve hate dagirkirin.
Kolana ku avahiya Rêxistina HDP'ê ya Wanê lê ye ji aliyê polîsên Tirk ve hate dagirkirin.
Kolana Nacîbey a Wanê ku avahiya Rêxistina HDP'ê ya Wanê lê ye, careke din bi bendên polîsan hate girtin.
Di daxuyaniya HDP'ê de ya li ser medya dîjîtal hate weşandin hate gotin "Avahiya me ya bajêr careke din hatiye dorpêçkirin. Ketin û derketin hatiye qedexekirin."
Kolana ku avahiya partiyê lê ye hefteya derbasbûyî jî bi bendan hatibû girtin.