Li Wanê jin, zarok, extiyar her kes ber bi sindoqan ve diçe

Li Wanê ji berê sibehê ve gel ber bi sindoqan ve herikî.

Li Wanê ku 619 hezar 947 dengdêr wê dengê xwe bidin tê texmînkirin ku rêjeya dengên ku wê werin dayin zêde bin. Li gelek deveran her çendî rageşî hebin jî gel diherike cihê ku deng lê têne dayin.

Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Yakûp Ataş, Gulîstan Orhan û wekîl Bedîa Ozgokçe û Lezgîn Botan li dibistanan digerin û lêkolînan dikin. Li gelek deveran polîs li dibistanan li ser sindoqan sekinînin. Piştî ku şandeya HDP’ê mudahele kir polîs ji ser sindoqan hatin dûrxistin.

Li Taxa Xaçortê, polîsan dengdêr kontrol kir û piştre hişt ku welatî dengê we bidin. Li Taxa Şehît Firat, li Dibistana Walî Tahir Paşa di navbera polîs û ciwanan de rageşî çêbû û kesek hate binçavkirin.