Li Tûşba ya Wanê, li taxa Seyrantepe du mamosteyên zimanê Tirkî yên Dibistana Navîn a Abdulhamîn Han, Selma Dondar û Şûle Çinar Acar di dersa Rêgezên Nivîsê de navên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), Desteya Ewlekariya Milî (MGK), Hêzên Taybet ên Jendermeyan (JOH), Hêzên Taybet ên Polîsan (POH) dane nivîsîn. Du mamosteyan jî di mînakan de ‘’Rojeva MGK’ê pir girîng e’ dane nivîsîn. Diyar bû ku van mamosteyan berê li ser medya civakî jî bi vî rengî tişt par ve kirine, piştî vê xwendekaran rewş ji malbatên xwe re gotin. Têkildarî mijarê rêveberiya dibistanê dest bi lêpirsînê kirin.
Diyar bû ku van 2 mamosteyan, ji bo nûnerê Egîtim-Senê ku li dijî nêzîkatiya van mamosteyan nerazîbûna xwe diyar kiribû gotibûn, ‘’êdî bes e, hûn ê kengî van mamosteyên terorê mişextî bikin’’ gilî li BÎMER’ê kiribûn û mamoste ji kar hatibûn kirin.
‘ME LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN’
Rêveberiya Dibistana Navîn a Abdulhamît Han ku têkildarî mijarê em bi wan re axivîn, diyar kirin piştî gilih hate kirin ew tevgeriyane û mijarê dikolin. Rayedaran gotin, ‘’Têkildarî mijarê lêkolîna me didome. Têkildarî vê mijarê ji sendîkayên cuda 2 mamoste ji kar hatin kirin. Niha her tişt îdîayek e. Malbatan bi devkî gilihê xwe kirin. Me jî têkildarî mamosteyên navborî lêpirsîn da despêkirin.’’