Li Wanê hesab ji qeyûman tê pirsîn!

Şêniyên Wanê ji bo hesab ji qeyûman bipirsin herikîn navendên dengdanê.

Dengdana ji bo hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dewam dike. Şêniyên Wanê ji serê sibehê ve diçin navendên dengdanê û dengê xwe didin. Tê payin ku HDP li Wanê bi rêjeyeke bilind bi ser bikeve.

AVCI: YÊ BI SER BIKEVE WÊ GELÊ ME BE

Siyasetmedarên HDP'yî çûn navendên dengdanê û dengê xwe dan. Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci li Dibistana Seretayî ya Hîlmî Irak a Artemêtanê dengê xwe da. Avci di dema dengdanê de got, "Li dijî desteserkirina îradeyê ku bi destê qeyûm hate kirin, tevî zext, zordarî û astengiyan gel wê îradeya xwe îro careke din nîşan bide û yê bi ser bikeve wê gelê me be. Ji bo gelê me bi xêr be."

OZGOKÇE: BILA BIBE WESÎLEYA AŞTÎ Û BIRATIYÊ

Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe jî li Lîseya Kazim Karabekîr dengê xwe da. Ozgokçe daxuyanî da û got, "Bila bibe wesîleya aştî, biratî û edaletê. Ez dengê xwe ji bo jinan, ji bo zarokan bi kar tînim. Bi xêr be."

Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak dengê xwe li Lîseya Emînpaşa Meslekî Teknîk, Umît Dede li Dibistana Seretayî ya Hîlmî Irak a taxa Yenî ya Artemêtanê, Hevserokên DBP'ê yên Wanê Ayla Tarhan dengê xwe li Dibistana Seretayî ya Mehmetçîk Selen, Okkeş Kava jî dengê xwe li Dibistana Seretayî ya Emîn Bîrol a taxa Yenî dan.