Li Wanê gel ji bo ‘NA’ yê herikîn qadê
Bi deh hezaran kesên ku ji bo beşdarî mîtîna ‘NA’ ya ku li Wanê di pêşengtiya HDP’ê û DBP’ê de hate lidarxistin bûn, biryara gelê Wanê eşkere kirin.
Bi deh hezaran kesên ku ji bo beşdarî mîtîna ‘NA’ ya ku li Wanê di pêşengtiya HDP’ê û DBP’ê de hate lidarxistin bûn, biryara gelê Wanê eşkere kirin.
Tevî hewaya sar û baranê deh hezar kes li Parak Mûsa Enter kom bûn. Gelê wanê yên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî li xwe kirî, tevî bi dehan nuqteyên lêgerînê yên polîsan, bê ku dorpêça qada mîtîngê li ber çavan bigirin, dorpêç şikandin û ketin qada mîtîngê. Gelê wanê yê ku cihê wan li qada mîtîngê nekir tevî baranê û sermaya zêde jî bi gerandina govendê, tilîliyan li dijî polîkayên di nava van du salên dawî de peyama xwe bi vekirî û zelal dan.
Polîsan bi hinceta selsifîkaya wesayîta weşana zindî nîne asteng kirin, gel bi rengên kesk, sor û zer û flamayên HDP’ê û DBP’ê û pankartên NA’yê vekirin.
Di mîtîngê de Hevberdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, Hevseroka KCD Leyla Guven, Hevserokê HDK’ê On»r Hamzaoglû, Cigirê Hevserok Giştî yê HDP’ê Nadîr Yildirim, Hevserokê HDP’ê yê bajarê Wanê Ahmet Aygun, Hserokên HDP’ê yên bajarê Wanê Yakûp Ataş û Gulîstan Orhan, Parlemeterê HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Gedîa Ozgokçe, Nûnerên TSK’ê, Dayîkên Aştiyê û Aktivîstên TJA’yê jî beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ewilê Cigirê Hevserokê HDP’ê yê Wanê Yakûp Ataş axivî û diyar kir ku îro desthilatên Wanê carekî din derxistin holê, anî ziman ku bê ku gelê wanê bêje baran e yan jî sermaya qat tije kiriye. Ataş ê ku destnîşan kir ku gelê Wanê bi qehremanî polîtîkayên qirêj vala derxist û got: “Wê carekî din dîsa gelê Wanê bibêje ‘NA’ û polîtîkayên qirêj vala derbêxe.”
GUVEN: ÎRO LI GIRTÎGEHAN CAREKÎ DIN DÎSA DÎROK TÊ NIVÎSANDIN
Piştre Hevseroka KCD Leyla Guven axivî û wiha got: “Li ser navê KCD hemû gelê Wanê silav dikim. Li bermaberî vê sekna we rêz û hirmetê xwe pêşkêş dikim. Di mîtîngên li Kurdistan û Tirkiyeyê em lidar dixin de gelê me aştî, biratî û azadiyê qîr dikin û ji ber vê ne dibêjin baran e, ne jî sar û herî ye. Ji hemû berxwedêrên hevalên xwe yên li girtîgehan re rêz û silavên xwe dişînin. Em ê di 16’ê Nîsanê de bersiva berxwedana Demîrtaî, Yuksekdag, Tûncel, Ayla Akat û hemû hevalên xwe bidin. Niha li zindanan greva birçîbûnê heye. Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin di greva birçîbûnê de li ber xwe didin. Em baş dizanin ku di zindanan de berxwedanên mezin pêk hatine. Kemal Pîr, Mezlûm Dogan têkoşîn li zindanan mezin kirin. Niha jî dîrokekî nû tê nivîsandin. Em carekî din vê berxwedanê pîroz dikin û silav dikin.”
BERSIV DA SOYLÛ
Guven a ku diyar kir ku di demekî pir zor û zehmet re derbas dibin, bal kişan ku li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn tê kirin. Guven wiha got: “Suleyman Soylû, em pişta xwe daye çar parçeyên Kurdistanê û ji bo vê em ê çar keviran bêjin, tu yê serê xwe li Kevirinê Karacadagê bixî! Vî gelî ti car serî netewand. Gelê me bi Asya Yuksel, Mehemt Tûnç ve diyar kirin ku wê qet stûyê xwe xwar nekin. Em li pêşberî bîranînên şehîdên xwe bejna xwe ditewînin û wan qet ji bîr nakin. Êdî em bê statû jiyan nakin. Em ê li çar parçeyan statûya gelê xwe pêk bînin; Em pişta xwe didin gelê xwe.”
‘WÊ DI REFERANDÛMÊ DE ÇAVÊ HER KESÊ LI SER KURDAN BE’
Guven a ku diyar kir ku wê di referandûmê de çavê her kesê li ser Kurdan be wiha nirxandin kir: “Wê Kurdistan bêje NA. Wê bêje Hayir. Wê ev bihar bibe bihara Kurdan. Em ê bi hev re azad bibin. Yekîtiya xwe û tifaqa xwe ava bikin. Hêza me ya vê heye. Lê binêrin AKP-MHP ketiye nava tifaqekî pir qirêj. Li ser kiryarên li Kurdan bikin li hev hatine. Ji bo Kurdan tine bikin li hev kirine. Lê gelê Kurd tifaqa wan a qirêj dît. Gelê Kurd berdêlên giran dan. Em ê li gel dayîkên xwe, zarokên xwe û ciwanên xwe li ber xwe bidin.”
‘EM ÇAWA BIJÎN BIJÎ WÊ DAWÎ BI HEYBET BE’
Guven a ku nerazîbûn nîşanî tecrîdê da, diyar kir ku felsefeya Ocalan a li Îmraliyê Rojhilata Navîn ronî kiriye, destnîşan kir ku wê di demekî pir kurt de tecrîdê bişkînin û Ocalan azad bikin. Guven a ku diyar kir ku wê 16’ê Nîsanê wê her tişt bibe ‘NA’, bang li gel kir ku xwedî li sindoqan derkevin û xwedî li vîna xwe derkevin, bi gotina “Em çawa bijîn bijî, wê dawî bi heybet be.” Dawî li axaftina xwe anî.
BAYDEMÎR: WÊ DI 16’Ê NÎSANÊ DE FÎRAVÛN WINDA BIKIN
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr ê bi dirûşmên “Kurdistan bi te serbilinde” derket ser dikê jî wiha got: “Maşallah, baran rehm û bereketa Xuda ye. Wê ev baran li ser erdê di 16’ê Nîsanê de wê li dijî zilmê û qirkirinê bibe dengê ‘NA’ yê. Ev sekna we mijgîniye, mingîniya azadiyê ye. Çanda têkoşînê ya ku Sakîneyan, Fîdanan, Şehîdên Rojava ji bo me mîras hêlayîne. Em li vir dua bikin û niyaz ji rebê xwe bikin, bila gelê Kurd jî bigihêje azadiya xwe, bigihêje aştiyê. Her şoreşek fîravûnekî xwe heye, her şoreşê Nemrûdekî xwe heye, her şoreşekê Dehaqê xwe heye. Di 16’ê Nîsanê de wê Fîrafûn, Dehaq û Nemrûdên gelê Kurd carekî din wina bikin.”
'EV PAKET SEPANDINA YEK KESÎ DIKE'
Baydermir wiha domand;
"Bi vê paketê dixwazin benda ji sedî 10, derbasî sedî 50 bikin. Ev govenda biratiyê ya ku we bi berdêlan avakirî tehemûla wê nekirin û bi vê paketê dixwazin serokkomar bi sedî 50 hilbijêre û hemû raye yan bêxin di destê wî de. Ev Serokkomar wê hemû rektor, parlamenteran, hevşaredaran, darazan diyar bike. Welatê nû wê qeyûmek birêve bibe. Em ji qeyûmê re dibêjin NA. Ez paket tenê sepandina yek kesî dike. Lê belê ev erdingarî bi gelek zimanan, bi gelek nasnameyan û bi gelek baweriyan lê dijîn.
'DI 16'Ê NÎSANÊ DE KEFENÊ HATÎ LÊKIRIN EM Ê BI QETÎNIN'
Ev paketek ya darbeyê ye. We Demîrtaş, Yuksekdag û Kaya hilbijart û we bawerî da wan. Yên ku bi îradeya gel werin wê bi îradeya gel biçin. Lê wan bi darbeyê, gelek kes girtin avêtin zindana. Zarokên vî gelî ji bo ku xwîn neyê rijandin û aşitî pêk were, tecrîd were rakirin bedena xwe kirin ber grevên birçîbûnê. Niha bi vê paketê wê Nemrût were hilbijartin. Lê sedî 50 yê ku li aliyê din wê çi bike, mixabin wê qebûl nekin. Ji xwe ev 100 sal e li dijî inkarkinê em tekoşînê dikin. Ji bo vê jî em di 16'ê Nîsanê de biçin ser sindoqan û dengê NA tejî bikin. Ji mere dibêjin ku bi zextên 2 salan me gelê Kurd ji îrade û hêviyên wan dûrxistine. Ez ji we pirs dikin, we dev jê berda? We dev ji Zimanê Dayikê berda ye?
'JI BO NALÎNA PITIKA MÎRAY Û DAYIKA TAYBET EM Ê BIBÊJÎN NA'
Kefenê ku dixwazin li ser me de bigrin em ê biqetînin. Dema ku em çûyin li ser sindoqan, em ê bi nalîna pitika Mîray û nalîna Dayika Taybet biçin û di heman demê de sepandina ku bê şerefiyê li ser me dikin em ê bibêjîn NA. 16'ê Nîsanê roja hesab pirsînê ye. Hemû cîhan li bendê ye ku hûn bibêjin çi. Yên ku bi îradeya gel werin, tenê dikarin bi îradeya gel biçin. Gelê Wanê tekoşîna Îbrahîm a ku li dijî Nemrût dayî qîrdike. Em ji qeyûmên ku li ser Şaredariya me a Wanê hatîn kirin re dibêjin NA. Pêwîste hûn bersivek wiha dibin ku êdî dest ne avêjin îradeya we. Ev hikûmeteke ku li dijî kedê ye. Li Tirkiyeyê ji 4 ciwanan yek bê kare, li Kurdistanê ji 5 ciwanan yek bê kare. Ev ji ne bes bû bi keda 129 hezar mirovan re leyîstin. Em di 16'ê Nîsanê de bibêjin NA.
'KESÊN LI DIJÎ DARVEKIRIAN MENDERES DERKETÎN, NIHA PARASTINA DARVEKIRNÊ DIKIN'
Başûrê Kurdistanê li bîra we tê, enfal jiyan kirin lê li dijî Sedamê zalim li ber xwe dan. Li kû dera cihanê dibe bila bibe dawiya her zalimekê nesihateke, dersekeke. Nemrût ji zalimê demê bû, mirov bi saxî di şewitand. Wek li Şirnex û Cizîrê. Roj hat Nemrût bû qurbana zilma xwe. Akûbeta Nemrûtê wê demê wê bibe akûbeta Nemrûtê dema niha. Dema ku Sedam dihat darizandin di got 'min bi edaletî bi darizînin', lê heyeta dadgeriyê wiha got, 'em te bi qanûnên ku te derxîstî di darizînin'
JI BO EŞÎRAN BANG
Baydemir di dawiya axaftina xwe de bang li eşîran kir û wiha got; "Dixwazin me parçe parçe bikin. Ez bang li hemû eşîran û serokên wan dikin. Niha dem dema yekitiyê ye. Werin li gel gelê xwe cih bigrin. Em dibêjin Na, hun ji bibêjin NA."
Mîtîng bi konsera Hunermend Xêro Abbas bi dawî bû.