Li Wanê erd hejiya
Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya.
Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya.
Rasathaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî ragihand ku li gorî seata xwecihî 21:03’an bi pileya 4.7 ku navenda wê Wan-Ebexe erdhej çêbû. Heta niha têkildarî xisarê agahî nehate dayîn.
Li Bakurê Kurdistanê herî dawî li Xarpêtê erdhejek mezin çêbûbû. Roja 24’ê Çileyê li navçeya Sîvrîce ya Xarpête bi pileya 6.8 erdhej çêbûbû û 41 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.