Li Wanê dest danîn ser alavên KURDÎ-DER’ê
Dest danîn ser alavên Şaxa KURDÎ-DER a navçeya Elbakê.
Dest danîn ser alavên Şaxa KURDÎ-DER a navçeya Elbakê.
Daraya Midûryetê dest danî ser alavên Şaxa KÛRDÎ-DER a navçeya Elbakê ya ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hatibû girtin û deriyê wê hatibû mohrkirin.
Li ser fermana Wezareta Karê Hundir, di nava 370 komeleyên ku karê wan hatin rawestandin Komeleya Pêşketin û Lêgerîna Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) a Şaxê Elbakê jî hebû, ji beriya mehekê hatibû qirtin.
1 Kompîtera li ser mêze, 1 maseyê kompîterê, 2 mase, 2 kursî û 2 dolabên pirtûkan yên di avahiyê de ji aliyê tîmên Daraya Midûryetê ve li wesayîtê barkirin û birin.
GULER: WÊ PERWERDEHIYA KURDÎ BIDOMÎNIN
Hevserokê Şaxa KURDÎ-DER a navçeya Elbakê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got: “Ev nêzî mehekê ye ku komeleya me hatiye girtin û deriyê wê hatiye mohrkirin. Hemû komele û saziyên me bên girtin jî em ê perwedehiya Kurdî bidomînin. Em bang li gelê xwe dikin; zarokên xwe bişînin dibistanên ku perwerdehiya wê bi Kurdî tên kirin. Çiqas êrîş û zext li ser ziman bên kirin jî em ê dev ji têkoşîn xwe bernadin.