Li Wanê ciwanan tecrid protesto kirin

Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi şîara ‘Me bi ciwanî dest pê kir, bi ciwanî em ê dawî bikin’ tecrîd û polîtîkayên şer hate protesto kirin.

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi dirûşma ‘Me bi ciwanî dest pê kir, bi ciwanî em ê dawî bikin’ li Parka Aşitî ya Apê Mûsa tecrîd û politîkayên şer protesto kirin. Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Umît Dede, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, parlamentera Amedê Dersîm Dag, hevşaredar, nûnerên KCD’ê, endamên MYK û MP yên HDP-BDP û gel beşdarî çalakiyê bûn. Li qada çalakiyê pankarta ‘Me bi ciwanê dest pê kir, em ê bi ciwanî bi dawî bikin’ û ‘Ciwan li dijî faşîzmê xwe rêxistin dikin’ hate daliqandin.

Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, Parlamenterê Riha yê dema 25.26 yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan ku li Hewlêrê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anî.

Dag got wê ciwan tecrîda ÎmralÎ û politîkayên şerê qirêj têk bibe û wiha domand; “Politîkayên asîmîlasyon, înkar û îmhayê çawa heta roja îro encam ne girtiye wê ji îro pêve jî encam negre.”

Dag bi domdarî wiha got; “Faşîzma AKP û MHP’ê ne tenê Kurdên li vir dike hedef hemû Kurdên li Rojhilata Navîn û cîhanê dike hedef. Êrîşî Dayikên Şemiyê dikin evan e tu rêgez û exlaq nasnakin, destûr nadin ku em cenazeyê xwe veşêrin. Faşîzma AKP’ê ev 3 sal e li ser Ocalan tecrîdekî bê navber didomîne. Ji têkoşîn û baweriya me ditirsin. Ji ber baş dizanin heta niha bi serneketine û serî li hemû rêbazên qirêj didin.”

Piştî axaftina Dag Hunermend Kadîr Çat stran got û çalakî bi dawî bû.