Li Wanê cerdevanan dest bi birîna daran kirin
Li Wanê sercerdevan Ayhan Karaman bi hinceta ku ji bo xala çavdêrî û deng a yekîneya leşkerî ya li navenda bajar dibe asteng, dest bi dar birînê kir.
Li Wanê sercerdevan Ayhan Karaman bi hinceta ku ji bo xala çavdêrî û deng a yekîneya leşkerî ya li navenda bajar dibe asteng, dest bi dar birînê kir.
Serçete Ayhan Kahraman ê li gel tugaya leşkerî ya li taxa Şabaniye ya Wanê kar dike, dest bi dar birînê kir.
Serçete û leşkerên li gel li taxê dest bi birîna daran kir, hinceta dar birînê jî weke li pêşiya çavdêrî û frankansên deng ê tugayê dibin asteng nîşan da.
Kahraman û leşker ji bo her xwediyê daran ku daran bibirin 300 Lîreyê Tirkî pêşkêş kir. Piştre jî leşker û cerdevanên dest bi birînda daran kir, bi hezaran dar birîn, ziyanek mezin da xwezayê.
Li Wanê di salên dawî de piştî birîna daran li gorî rêza bajarên di nava keskahiyê de ya ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanê ve hate parvekirin, Wan li Tirkiyeyê di rêza 77’an de ye.