Li Wanê çand û huner qedexe ye!

Ji ber qedexeya çalakî û bernameyan ku Walîtiya mêtinger a Tirk daniye li bajêr ev ji çar salan zêdetir e bernameyên çand û hunerê nikarin werin kirin.

Qedexeya çalakî û bernameyan ku dema Rewşa Awarta Walîtiya mêtinger a Wanê danîye piştî qedîna Rewşa Awarte ev çar sal in bênavber didome.  Qedexeya ku serê 15 rojan tê dirêjkirin careke dî jî heta 6'ê Tebaxa 2020'an hate dirêjkirin. Vê qedexeyê kiriye ku hemû jiyana sosyal, siyasî, çandî raweste.

Ji ber vê qedexeyê Fuara Pirtûkan a Wanê û Festîvala Wanê ya Rêz û Rêçikî ev çar sal in nikarin werin kirin. Perwerdekarê Navenad Çand û Hunerê ya Aryhenê Huseyîn Akdogan bi bîr xist ku ji bilî bernameyên 15'ê Tîrmehê destûra bernameyeke şanoyê jî nadin û got, ''Ev jî polîtîkaya asîmîlasyonê ye ku dewlet li ser gel dike. Çawa ku îro li ser siyaseta Kurd zexteke giran hebe ev li ser mijara çand û hunerê jî wiha ye. Ev tenê li bajarê Kurdan heye. Di vê demê bi sedan bernameyên me yên çand û hunerê bi destê walîtiyê an jî emniyetê hatin qedexekirin, gefa destgîrkirinê li hunermendên me xwarin, hin jê hatin destgîrkirin.''