Li Wanê çalakiyên gerîla: 9 leşker û 7 polîs hatin kuştin

Hate ragihandin ku gerîlayên HPG’ê li Elbak a Wanê du çalakî li dar xistine û di encamê de 9 leşker hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne. Her wiha di çalakiya dijî midûrîyeta emniyetê ya Westanê de jî 7 polîs hatine kuştin û 4 polîs birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê (NRG) derbarê çalakiyên gerîlayê yên Westan û Elbakê daxuyaniyek da û wiha got: ‘’7’ê Hezîranê saet 05.30’î artêşa TC’ê ya dagirker bi ser qadên Qerebilya ya Elbak a Wanê bi balafirên keşfê, helîkoptêrên kobra û kontrayan operasyona dagirkirinê dane destpêkirin. Heman rojê saet di navbera 06.00- 17.30’î de di navbera hêzên me û artêşa dagirker a TC’ê de şer derket.  Di v îşerî de 6 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Artêşa dagirker a TC’ê bi helîkoptêrên skorskyê kuştiyên xwe ji qadê rakirine. Operasyon saet 20.00’an vekişiyaye. Di operasyonê de 2 hevalên me bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

LI WESTANÊ LI DIJÎ MIDÛRIYETA EMNIYETÊ ÇALAKÎ

Hêzên me 9’ê Hezîranê saet 19.30’î li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Westanê ya Wanê çalakiyek li dar xistine. Derbeke serketî li avahiya emniyetê hate xistin û di avahiyê de şewat derketiye. Di çalakiyê de  7 polîs hatin kuştin û 4 polîs birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa dagiker a TC’ê 3 sivîlên ku ti têkiliya wan bi hêzên me re nîn in girtine û êşkence li wan kiriye. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anî bi rengekî serkeftî li cihê xwe vegeriyaye.

10’ê Hezîranê bi ser qereqola Bîbanê de ku leşkerên artêşa dagirker ên qada Şerefxan a navçeya Elbakê lê bi cih bûbûn çalakiyek hate lidarxistin. Derbên serketî li mewziyên leşkeran hatiye xistin û di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê qereqola Bîbahê bi çekên giran li derdorê reşandiye.’’