Li Wanê çalakiya sabotajê ya HPG'ê: 6 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, li Wanê di çalakiya sabotajê de 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya 14'ê Nîsanê ya li Wanê, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî da: "Roja 14'ê Nîsanê saet di 15:10 de, hêzên me li nêzî gundê Karçitê yê navbera navçeya Şax a Wanê û navçeya Berwarî ya Sêrtê, li dijî leşkerên ku bi desteka wesayîtên zirxî kontrola rê dikin, çalakiya sabotajê lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, ji wesayîtên zirxî gule li derdorê hate reşandin."