Li Wanê ayîna sînorkirî û bi pere

Ji bo ayîna Ermenî ku li Axtamarê cara 10'an hate kirin, destûr tenê ji 46 kesan re hate dayin. Ji Ermenên hatin ayinê jî 65 TL hate wergirtin.

Li Dêra Axtamarê, Ermenan îsal cara 10'an ayîna xwe kirin.

Ayîna îsal bû ayîna herî lawaz a 10 salên dawî û Patrîkê Ermen ê Tirkiyeyê Sahak Maşalyan û Rahîb Harûtyûn Damadyan tevî 46 oldaran tevlî bûn. Ermenan ji bo keştiyê 35 TL dan û bi vî rengî xwe gihandin Axtamarê. Dema ku ketin Dêra Axtamarê ji bo ayînê bikin neçar man ku 65 TL pere bidin. Salên derbasbûyî ev pere nedihate wergirtin, balkêş e ku îsal hate wergirtin. Salên derbasbûyî Waliyê Wanê di asta protokolê de beşdarî ayînê dibû, lê îsal ji rayedarên dewletê tevlîbûn nebû. Ayîna li Axtamarê di bin dorpêça giran a polîs û jendermeyan de pêk hat. Her wiha wesayit û keştî ji rojnamevanan re nehate dayin ku karibin pê biçin û nûçeyê bişopînin. Rojnamevanan hewl dan bi derfetên xwe xwe bigihînin giravê.

Îsal ji bo ayîneke baş pêk were, rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê gelekî hewl dan. Bi daxuyaniyan xwestin ku azadiya ol û wijdanê bê parastin.

Hevserokê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê Mehmet Karakaş li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û got, "Dewlet li şûna ku azadiya ol û wijdanê hêsan bike, berevajî vê tevdigere. Mafê azadiya ol û wijdanê hatiye binpêkirin. Ji ber van zor û zehmetiyan gelê Ermen nikare wecîbeyên xwe yên olî bi rengekî azad pêk bîne.

Li derdora me bi hezaran dêr hene lê hemû jî hatine xerakirin, qereqol, tiwalet û xanî li ser hatine çêkirin. Piraniya wan kirine axur û tenê Dêra Axtamarê maye. Midûriyeta Tûrîzm û Çandê ya Wanê tenê ji bo nîşan bide, destûrê dide ayînê. Ji xwe di vê mijarê de jî nêzîkatiyên wan ên neyînî hene."