Li Wanê axaftina spaskirinê veguherî pîrozbahiya serkeftinê

HDP’ê li Wanê serkeftina hilbijartinê pîroz kir. Hevşaredarên bajarê mezin ên Wanê Bedîa Ozgokçe û Mûstafa Avci gelê Wanê spas kir.

Gelê Wanê ji nav 14 şaredariyan 10 şaredarî bi dest xist û ev serkeftin li pêşiya avahiya bajêr a HDP’ê pîroz kir.

Hevseroka DBP’ê ya bajêr a Wanê Ayla Tarhan di pîrozbahiyê de axivî û got ku “Gelê me dengê xwe daye aştiyê û azadiyê. Faşîzm têk çûye.

Hevşaredara bajarê mezin a Wanê Bedî Ozgokçe jî got ku “Ev serkeftin a gelê me ye. Bi hêza ku me ji dîrokê stendiye, em bi hêvî li dahatûyê dinihêrin. Me gotibû em ê 14 şaredariyan jî bistînin lê mixabin pêk nehat. Em ê di dema pêş de vî tiştî telafî bikin. Wekî ku hûn jî dizanin li ser partiya me û gelê me zextên mezin hebû lê dîsa jî gelê Wanê got ‘Wan ya me ye’. Ev serkeftin a gelê me ye, her hebin.”

Hevşaredarê bajarê mezin a Wan Mûstafa Avci jî diyar kir ku hemû dijminên Kurdan têk çûne û got ku “Di 31’ê Adarê de gelê me tecrîda Îmraliyê şikand. Gelê me faşîzm hilweşand. Gelê me bersiveke mezin daye wan kesên ku ji gelê me re digotin ‘Ji van deran herin’”

Piştî axaftinan pîrozbahî bi girtina govendê bi dawî bû.